kurde lemew la hoşê bêne ser

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  389 views
kurde lemew la hoşê bêne ser
lade le bezmî bêhûde û semer
ta êste axir be ceng û be şeř
çî kewte destit be ẍeyrî zerer?
***
em řoje řojî eqił û zimane
nek řojî şeřî tîr û kewane
eger to hîwat be beg û xane
to małwêran û ew sergerdane
***
eger etirsî le turk û ’ecem
lecyatî tifeng be nûkî qełem
hawar ke boxot danîşe bê xem
awatî diłtî bo bêne berhem
***
ewanîş wek to destindexwarin
le’astî xełkî kiz û hejarin
bê dest û bê pê herwekû marin
yek le lendenî aẍay hezarin
***
aẍay em dinyaye syane ya dû
aẍayî le des baqî tir derçû
wek yekî lê dêt hemû zûbezû
bêhude îtir xot nedey be şû
***
ger le hozeket pyawî jîrit bê
řenge arezûy dił desgîrit bê
qełem, tifeng û top û tîrit bê
her qełem aẍa û şêx û mîrit bê
***
baneLocationman wêran, merîwanNamed-Entity bê nan
hewramanLocation nîwey şêt û sergerdan
xanî pułperist bo xoşî jyan
hênaye berhem derdî bê derman
***
kurde be zatî xway tak û tenya
nageyte hewar be hera û hurya
bizin bexêw key le deşt û seḧra
çaktire le şeř bo dîn û dinya
***
xan ke wa hewłî naxoşî eka
bo me’aşekey têkoşî eka
be nawî qewmî siřpoşî eka
pareye şêt û bêhoşî eka
***
ey bo le paşa ke xoy enwênê
dê esûtênê ga efřênê
towî bedbextît bo da’eçênê
řoḧit becarê le řeg derdênê