kiçanî dêhat henaseserdin

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  755 views
kiçanî dêhat henaseserdin
wek behar eřwên wek payîz zerdin
her namradin gîrodey derdin
sebebkaryan dił dar û berdin
eyanden be şû be azar û êş
dił piř le mîḧnet henasehełkêş
eyden be kesê herçen beşere
le dêw xiraptir le ’am bedere
kiç be řû wek řoj, qamet ’er’ere
perçem ’enberîn gona gewhere
***
bo tarîkî şew kułmî çiraye
bo xermanî xem şemałey baye
pol pol xirîdar beg û gedaye
sed nimedpoşî şêx û melaye
***
qametî berzî şêwey çinare
zułfî piř şewqî ’eynî řeşmare
mîsk le řûya xecałetbare
newekû carê yek be hezare
aşkira ełêm nek be nîhanî
bo zułêxa bû yosfî sanî
kiç bê ya kuř bê herdû řoḧanîn
’alemî zewq û ehlî nefsanîn
mexlûq û ’ebdî bawik û bira nîn
me’lûm beşerin xo ker û ga nîn
***
nayden be herzan ya be xořayî
eyxene heřac benaw awayî
zem û zemkarî ta fils û şayî
ke nawyan nawe řesmî şîrbayî
***
ke qerarî girt leser her kesê
hîç tefrey naden tenya nefesê
řezamendîy kiç kes lêy napirsê
hezar hawar û dadî be filsê