sałan lem fesłe seyranî û çem bû

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  389 views
sałan lem fesłe seyranî û çem bû
aheng û şayî ’alem bê xem bû
kumpyalemanMissing ta hezar çem bû
dehezar dînar le laman kem bû
***
çunke ebarî wek terze û baran
lîrey řûsya û qiřanî êran
řyał be deste wek gełay daran
dînar bo kawiř ta şek ta beran
***
xisûsen xurî û ta ketîre û mû
se’leb û gez û dûbere û mazû
řojî de lorî lêre der’eçû
ebû be dînar hemûy zûbezû
***
îtir le xoşî dînar be lêşaw
gałte û yarî wek teyrî ser aw
xeyałman ekird wek xeyał piław
mał awiřşên keyn be ’etir û guław
***
xanû tebdîl keyn be modey taze
le xarc bênin derga û derwaze
lenawya danên sindûq awaze
lêda ew kesey ustadey taze
***
heway sûrya kewtuwe serman
lîbasî ewan bikeyn leberman
biřoyn bo seyran bo cebel lubnan
bê ẍem ser binêyn çend řoj çend zeman
***
hemûman mestî şerabî new bûyn
’aşiq be řoj û bêzar le şew bûyn
dost hoşyarî dermen be xew bûyn
qaqay pêkenîn wek nêrekew bûyn
***
êste ewaney perwerdey nazin
bê bazar pol pol xerîkî řazin
şemałî řeḧmet bê be hawarman
bełkû nelexşê çîẍ û dewarman