řojê be řêkewt le bazař geřam

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  482 views
řojê be řêkewt le bazař geřam
tûşî kuřê bûm xawen eqił û fam
şîrîn giftugo û bała newnemam
bebê îxtyar lelay hełwestam
***
nizîkî kewtim zor be çalakî
çûme temaşay řuxsarî pakî
dîqqetim lê kird zor bebê bakî
dîm le gwêçkeya nîşaney çakî
***
ełqey gwarey şêwe teła bû
lay gerdin be gwêy hełwasrabû
neqiş bû dawî neqiş û îmla bû
sed hezar diłî bo mubtela bû
***
pêm na be cergî xoma destubird
le ełqey gwêyey su’alim lê kird
witim pêm biłê řołey bêçwe kurd
sed kesî wek min le meraqa mird
***
kuřim nedîwe gware le gwê bê
em qa’îdeye axo lekwê bê
tayefey êwe řenge ke cwê bê
ya em usûłe usûłî nwê bê
***
zor be nezaket hat be lamewe
be lutfî şîrîn cwabî damewe
kewte giftugo be aramewe
ebarî şekir be kelamewe
***
witî bawkî min wecaxî kwêr bû
le pare û mułk û serweta têr bû
řoj û şew daym xerîkî xêr bû
şewqî her leser ewladî nêr bû
***
daykim çote ser şêxêkî meşhûr
zor gewretre ew le pîr mesûrNamed-Entity
wextê tewafî eka le ḧuzûr
egeřêtewe be keyf û sirûr
***
îtir ew şewe min çûme ḧerem
hîç diroy nîye bebê zyad û kem
hełqey ẍułamî ew çote gwêçkem
nabê layberim ya xud gumî kem
***
bo şexsî zîndûş eger weha bîn
xawenî şerit û ’ehd û wefa bîn
zeḧmete tûşî derd û beła bîn
bo gewre bende û bo biçûk ça bîn
***
pyawî gewreman nayete berdił
takû ew řojey eçête jêr gił
înca boy egrîn be coş û be kuł
gořekey ekeyn be baxçe û be guł
***
muftîPen name qisey to saẍe û řûbeřû
ḧurmetî zîndûş bigre nek mirdû
bazê ke berbû le destit derçû
bo mirdû megrî bigrî bo zîndû