dezgay cigerey dûkanekey min

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  417 views
dezgay cigerey dûkanekey min
textedarêk bû çaktir le asin
řizgarî kirdim le řatbekirdin
bû be destigîrim ta wextî mirdin
***
neyhêşt małewmał seg bweřê lêm
hîçkes nezanê le tayefey kêm
kełuřim yaxud seyaḧî bê cêm
sertapa kewa şiř ta ber derpêm
***
beřastî pîrîy destigîrim bû
top û tifeng û řim û şîrim bû
minî kird be şa xoy wezîrim bû
řoj û şew xerîk řa û tegbîrim bû
***
pîrane destî naye naw destim
tełqîn be jyan bê eqłî bestim
boye min weha ḧuř û serbestim
bê meraq ejîm bê ’ereq mestim
***
řêgey temełî lê telben kirdim
nanî kesîfî leser derbirdim
zû lêy geyştim herçende kurdim
xawen tecrebe û îş berawirdim
***
herçende dar bû bełam řoḧdar bû
be zimanî ḧał mamostay kar bû
paşeřojbînî minî hejar bû
beser wek mirdû be dił huşyar bû
***
le cêy hemû kes piştîwanim bû
řûnakî dił û dîwexanim bû
hem hêzî ejno û cêy amanim bû
qełẍanî tîẍî dujminanim bû
***
wekû ḧacîyekan destîda bałim
bû be sebeb kar jînî minałim
lêfe û doşek û espabî małim
řewneqî fikir û eqił û xeyałim
***
qezay dezgakem le kesê kewê
betał egeřê û exwa û exewê
gayek betenya exwa be şewê
serzil û milpan lêy pał ekewê
***
yaxud egeřê daym małewmał
seg lêy eweřê tûle ta gemał
řûzerdî ’alem gewre ta minał
pêy ełên hezar qisey tirş û tał
***
qetrey ḧeyakey çunke tikawe
hênde małan û dêhat geřawe
’ebay ḧurmetî yekser diřawe
qisey tał lelay goşt û piławe
***
wextî mirdinî dezgakem yeqîn
şînî bo ekem herwekû şîrîn
kifin hem difin yasîn û tełqîn
teslîmî ekem be xak û zemîn
***
muftîPen name le xułqa to boye xasî
heqîqetbêj û nî’metşunasî
qelben le sipłe û bêwefa yasî
diłpiř le derdî wa gêj û kasî