xewî ẍefłet şikur laçû le serma

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  643 views
xewî ẍefłet şikur laçû le serma
keway cehilim diřî yekser le berma
diłim wa germe sûtawim le germa
řefîqî min gelê mirdûn le serma
***
ne fikirî nan û bergî min girane
ne dêw sûtandinim řêgey jyane
ne ummêdî diłim du’ay beyane
jyanî min be řencî bał û şane
***
ebed nagořmewe be kes kitêbê
eger kołê řyał û filsî pê bê
---- ---- ---Missing
---- ---- ---Missing
***
ne řêgey keşif û ’îlmî ẍeyb ezanim
ne bermałî řyam bestote şanim
eřêjim areq û minet nezanim
be zîllet çatre mirdin le manim
***
ne çawim wa le şorbay xaneqawe
ne tertîbatî tekyem wa be lawe
ne tezbîḧ û ne pirçim dan û dawe
ne keşkoł û defim bo nan û awe
***
be do’a nemdî filsê ya qiroşê
weya fewrî le cê hestê nexoşê
weya îcray heqî bê dił bicoşê
weya def’î bika sewre û xiroşê
***
le dinyada kesê nawî beşer bê
ebê piř ẍîret û saḧêb huner bê
le xew bêzar û hoşyar û xeber bê
bijî şêrane ba şałî le ber bê
***
kiłaşî nazkî qaym le pê ke
legeł şałî sipî çen řêkupêke
lebo ew řenge muştaqim demêke
desa xalq bedił bom cêbecê ke
***
ne muḧtacin be boyax û be şorîn
munasb bo hemû dîndar û bê dîn
mula’îm bo zemawend û şeř û şîn
xirapî em cilane pêm biłên çîn?
***
meken men’î zibanî lar û lengim
emendem wit ewa nûsawe dengim
le daxî derdî dinya zerde řengim
ełêy dûrkewteyî tiryak û bengim