be emrî subḧan řojê le řojan

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  445 views
be emrî subḧan řojê le řojan
derwêşêkim dî milhuř û gwêpan
qewî û tendirust e’zay bê nuqsan
egeřa bo swał dûkan be dûkan
***
mêzerî çiłkin ser û mil řişkin
pirçî be dûla pexşan bû wek jin
espê wek mêgel pena mil kułkin
xermanî sûr bû le co û le hezirin
***
tûrekey milî wek hî bargîr bû
tesbîḧî desî darî hencîr bû
lay řastî zerg û lay çepî şîr bû
wa têgeyştim îcazey pîr bû
***
her kesê weha nawî beşer bê
ke xêrî nebê û aletî şeř bê
kaşkî gayek bê ke gêreker bê
ya bestezmanê ke bareber bê
***
xulase diłim piř bû le cexar
lêy hestam be tîn destim daye dar
wazim nehêna be car û dû car
naçar destî kird be hawar hawar
***
witî bira gyan boç hatye cestem
gunahim nîye be qur’an qestem
xelîfe destî naye naw destim
derwazey eqił û jyanî bestim
***
tełqînî kirdim a bem şitane
’eba û keşkoł û def û hemane
mar bigirim pirçim bikem be şane
eme nîşaney derwêşîmane
***
bewe tefrey dam ew axirşeře
le min xiraptir xoy małangeře
le wextî teqwa û le zîkirî heře
fikirî her leser beran û meře
***
kesb û sin’etî hûhûkêşane
zîkir û ewradî tepłilêdane
em bezim û řezme me’lûm bizane
bo xuda nîye bo parûy nane
***
xelîfeyş kake serlêşêwawe
ewîş bew řenge ders dirawe
keway dûřengî be ber biřawe
pîşey swałkerî wa danrawe
***
’eşretekeman adabî waye
bê kesb û kar û bê cût û gaye
xwardinyan małî ’ibadalilhArabicye
derwazey swałyan bo beřełaye
***
kerîm derwêş cwabî nesteq bû
xetay xoy nebû tobekey leq bû
le pêşda diłim derbarey řeq bû
dwayî têgeyştim şeqî naheq bû
***
muftîPen name zibanî tîẍî debane
asin ebřê her wek hemane
waweyla emřo bo ew kesane
nanî ḧeramyan swał û geřane