min xasî îngilîz naçê le bîrim

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  824 views
min xasî îngilîz naçê le bîrim
ke pêmî nasî bawik û bapîrim
her kesê sipłe û ḧiqûq nezane
nabê be beşer, herçen însane
ba biłên îngilîz ayînî cwêye
bełam kirdewe û dadî becêye
her ew bû ke wa be destubirdî
bo fêr kirdinî zimanî kurdî
ew fêrî kirdîn kurdî binûsîn
hewałî qewmî û mîllî bipirsîn
her kesê îşî çakî bo kirdî
toyş çakî biłê ger kuřî merdî
le xewî ẍefłet ew řaypeřandîn
em genme eyxoyn ew boy daçandîn
êsteş be kurdî tefsîrî qur’an
kifre lay gelê nefam û nezan
bełam be turkî ya ne be farsî
geşkedar ebin boyan binûsî
wa ’erebîman kołekey dîne
turkî û farsî boç wa şîrîne?
zirb alimsilPersianêk hebû lenawman
emanxiwêndewe řûn ebû çawman
’erebî gewher, turkî zor huner
farsî şeker, kurdî tiřî ker
jîşk bêçûy xoy la şil û nerme
ke çî bêçûy min mişarî serme
ew têy geyandîn hoşyarî kirdîn
em nezanîney leser labirdîn
her kesê kese ḧerfêkî bese
gewreme herkes ke firyadřese
dujminîş peykuł derbênê le pêm
ger xasî nełêm ebê çî biłêm
çunke xwa řaste, řastî xoş ewê
her kes řast biřwa řastîşî tûş dê
min ke be řencî şanî xom ejîm
boç řya ekem sa be temay çîm
xo min me’mûr nîm bo řutbe û nîşan
be diro xełqî berme asman
beřastî jînNamed-Entityyiş hîmmetî nwand
betenya kurdî daçend û řwand