kiçim ba nextê toş wekû kakit

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  838 views
kiçim ba nextê toş wekû kakit
amojgarît kem bo řêgey çakit
zanîn bo jyan le wacbate
bê te’lîm beşer wek ḧeywanate
şû bike be kesê ke hawşanit bê
haw’umir û hawdîn hawizbanit bê
ya sin’etkar bê yaxo fela bê
ya xawen mułkî dûr le beła bê
bûy be hawdemî jyanî herkes
yek gyan û dił be ta axirnefes
bew şerte ewîş legeł to wa bê
ta emrê yadî toy le diła bê
zyatir le bawik û biray şîrînit
çaktire bo to bo dinya û dînit
be ẍeyrî xwa û řesûlî ekirem
her ewe bo to hawdem û hawxem
her ew hemîşe xemxiwarî toye
erk û řencî ew bo karî toye
zortir leser jin jyanî beşer
ekewête cêy neman û xeter
le hewłî jîn û nan û bergî jin
mergî xoy eka be pêşmergî jin
bo şekiraw xwardin bo şoret û naw
şeş ferde şekirî pêmexe naw aw
ḧewkostûm cilî mode û newzuhûr
pełpî lêmegre be witey dayk û pûr
ba şekirekanit lêfe û serîn bê
ke mîwanit hat małit řengîn bê
ḧewt dest cil şeşî qerzî bazaře
katê ḧewtet çû lat zehrî mare
çunke xawenî daway heq eka
witey zehrawî tał û řeq eka
bełam senedê ke musedeq bê
bo to pêwîste le cêgey heq bê
newek legełta çak nebê ta ser
be řûtuqûtî le mał bêyte der
xoyşit pêwîste tecrebegîr bî
le temen genc û le eqła pîr bî