lem beḧrî fîtne bełkî necatit bida xuda

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  14379 views
lem beḧrî fîtne bełkî necatit bida xuda
dawênî «yaxuda» bigre, berde «naxuda»
bêkes minim, kesê le zubanim biga nîye
hemdem xudanenasin û dem piř le «ya xuda»
’ehd û wefaye suxreyî bed’ehdî û cefa
her ma be dadî ehlî wefa da biga xuda
her ew kese ke xeyrî du’ay xêrî dîwe lêm
da’îm du’ame şeřřî le min la bida xuda
lutfê be ḧałî min ke, witim; ew witî be qar:
to şêxî ba xuda û emin şoxî naxuda
ẍeyrî eme ke swêndî diroy pê bixon û bes
qurbanî nawî, nawî le nawa nema xuda
ta zułmetî wicûde terîkî le nûrî ’îşq
sêber nema, hetawe, ke meḧwîPen name nema, xuda