daxî dûjne le sê heta çwar

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  514 views
daxî dû jine le sê heta çwar
daym le diłma pêç eda wek mar
herçende min xom duçarî nebûm
tûşî ezyet û azarî nebûm
bełam pêwîste bo xuşkekanim
bîkem be xizmet herçî bizanim
bo pyawîş herwa sergerdanîye
zererî dîn û małwêranîye
her małê tya bê dû jin wek dujmin
dîwarî połay derdênin le bin
pyawîş herçende řenc eda bo nan
ewan lêy deken be derd û sindan
jinî kon ełê kiras diřawim
hawserî kem û cergibřawim
çendisałe lay xom małdarî ekem
be çing û nînok dîndarî ekem
bo çaw başqałî mêrdî bêwefa
minî xiste naw zîndanî cefa
tazekeyş ełê hey wa lêkiraw
dyare xwardûte awî bêlẍaw
demêke egirim be xoma danim
toyş wa ezanî gêl û nezanim
min ḧeya û namûs dembestî kirdûm
toyş lelat waye kiz û demmirdûm
demdirêjî key ger leme zyatir
wehat da’eşom le manga çatir
ehlî geřekîş biçûk û gewre
bên bo seyrî to nore be nore
bo tozê zewq û yek se’at xoşî
em dax û derde ḧeyfe binoşî
bo kesê hoş û fîkirî le sere
bo dîn û dinyay yekser zerere
xo ’edaletîş cêbecê nabê
pêşî ḧerame şer’en ke wa bê