dax û cexarî kîjî kurdistan

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  654 views
dax û cexarî kîjî kurdistan
beyan nakirê be sed dastan
le řîzî beşer der kirawne der
xwartir le ḧeywan kiz û quřbeser
ta pazdesałî her wekû řenicber
îşyan pê eken le deşt û le der
emca ke wextê dawakarî bû
be şertî şer’î zû eyden be şû
ya be małî zor dagîrî eken
ya be jin be jin esîrî eken
eyden be pîsê yaxud be pîrê
bêçare û naçar zû heł’egîrê
sedî newedî her namrade
herçend le şer’a ḧuř û azade
ewaney ke wa bedkirdar ebin
letaw derdî dił şêt û har ebin
heta kenîşkin bê ’eyb û leken
lekedar ebin wextê şû eken
herkamyan ke wa tûşî xeta bê
obał be estoy bawik û bira bê
dîsan ew keseyş marey ebřê
le qyameta yexey ew egrê
min her diłsozim dujmin be kes nîm
bo xizmet nebê min betemay çîm
ême pêwîste hetakû emrîn
qedrî mîlletî ewrupa bigrîn
çunkû ’alim û xawen sin’etin
bo hemû beşer zor be xizmetin
heweł mekîney şewqî kareba
hezar zeḧmetî êmey da be ba
kołan û qujbin wa řûnak bowe
diz û şewgerdî tewaw pak bowe
cinoke û dêwî kun û keleber
natwanin hîçyan ser bênne der
ew dêwe caran xêwî kanî bû
sebeb tarîkî û hîçnezanî bû
êstake çunke şewman řûnake
dêw fîrarî kird xêwîş hîlake
le girme û haře û nałey teyare
ẍolîş le çoła zor bê qerare
ew ejdîhayey çawî wek çira
be şewî tarîk le dûr ebînra
ewîş wekû dêw be ẍaz û bomba
win bû becarê ’umrî çû be ba
êste etwanîn le şar û le kêw
biřoyn netirsîn le dêw û le xêw
ca eger fen û ḧîkmet nebaye
dêw perey egirt le hemû laye
yaxwa qewmî wa daym her bijîn
ger bîşmankujin ḧeyfe byankujîn