xozge wek xełkî minîş becarê

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  526 views
xozge wek xełkî minîş becarê
dînarim ebû pênc şeş hezarê
nem eda be ḧec nem eda be jin
sê çwarê bênim bo řabwardin
laḧya fî aldînArabic bo taqe pyawê
jinêkî bese û sê çwarî nawê
ne xercim ekird bo esp û biřnaw
ne zyafet kirdin bo şoret û naw
nem eda be dê û aw û îcare
hezar pyawim bê be zorî pare
ne qesir û xanûy nexşîn û řengîn
her xom ḧisab bim le řûy serzemîn
byandem be kirê be pyawî nawdar
xom bim be ḧeyte û ře’îsî nawşar
ne ’ereq xwardin mezey řengawřeng
gahê şerengêz gah mat û bê deng
emda be berd û keresey řengîn
pirdêkim ekird le řêgey pênciwînNamed-Entity
ta axir zeman bo dinyay řûnak
şoret û nawim ne’eçwe jêr xak
eger arezûm řezay xwa bê
sê ḧecîş zeḧmet, xêrî weha bê
kiçî dêhatî kêlû û nizare
bo mast firoştin dên bo em şare
kirasî çîtî diřaw le berda
eden lem çeme baran le serda
wextê be wirdî têyan efkirim
diłim dête kuł nizîke bimirim
řêbwarî tirîş hezaran hejar
be řoj û be şew le dêhat û şar
derdî em çeme û serma enoşin
paredar hemû çawyan epoşin
daxî be cergim bo pyawî pêşû
pird û řêgayan ekird be têşû
yezdanperist bûn bê řya û nîşan
saf û bê fîz û şîrîn musułman
herçyan ekird her bo xwa bû
dujmin lelayan nefis û hewa bû
em dewre emřo boç wa şêwawe
dîn û jyanman zor natewawe
herçende ke xom kurdim diriştim
wextê ke parey zor hate miştim
ḧecî pê ekem jin ekem be sê
be kwêrî çawî ber û dirawsê
muftîPen name besyetî çenagebazî
bem bêkesîye be kê enazî