pîrî xemxiwarî weten perwerim

bo pîremêrd 1
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  659 views
pîrî xemxiwarî weten perwerim
edîbî huşyar tacî ser serim
efermûy bo çî xamoşî le jîn
ełêy kewtûye jêr befrî pênciwîn
dinya xem û tem hetaw bê tîne
bê dengîm le «jîn» le hewłî jîne
şukur tał buwe hênd be behaye
bałbendanêke bizmar be gaye
birinc birince goştîş be goşte
tenha her coye xorakî gişte
pênc kiç û dû kuř daykêkî hejar
barî serşanin gêçełîş serbar
řewî ḧewîce û ḧebsî û cerîme
ḧeyat û şî’rî kird be dû nîme
tûtniçî yekem bê cîsim û maye
nîwe pyawêkim lê dête kaye
kewtime dawî em ḧepis û cezaye
êsta dinyam la řojî cezaye
şî’irim su’alî meřnemûkeye
fikirim şêwawî bidezûkeyeMissing