pyawêk pazde sał dirawsêy min bû

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  462 views
pyawêk pazde sał dirawsêy min bû
ferşî ḧesîr û qûtî herzin bû
her hewłî eda be řoj û be şew
ne aramî bû ne xorak û xew
dû kerî hebû lat û geř û leř
bo darfiroşî le wişk û le teř
îtir bedaym poşa diřaw bû
henaseserd û bê nan û aw bû
şewan gwêm egirt ehate ziman
gileyîy ekird le zatî yezdan
eyut sa xwa key eme jîne
mîka’îl boç wa le min be qîne
minîş be naçar lêy hatme ziman
witim hey weḧşî nefamî nezan
xwa fermûye bo em core jîne
mekke xoş nîye biřo medîne
toş emcar îtir waz le dar bêne
bifroşe kerit hêstir bisêne
bîbe bo şaran barî tucaran
hoşê bêne ser herwekû yaran
kirêy parekey em serit hemû
bîde be derzî û sûzin û dezû
ebê be sê bar kirêy dûbaret
wek zyaret waye legeł tucaret
ewîş pyawane be gwêy minî kird
çîm pê wit kirdî zû be destubird
bê diro sałî piř nekirdewe
be arezûy xoy mercî birdewe
ke wa bû jyan be têkoşîne
bê koşîn beşer beşî her şîne