be şew her xofnakim ta beyanî

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  608 views
be şew her xofnakim ta beyanî
le tirsî şewleban û xêwî kanî
xisûsen ayşê gwêdrêjîş besame
be řojîş wahîmey daym lelame
cinokey ẍeyre îslamî şikił pîs
ke new’êkin le nutfey pîsî îblîs
be şew swarim ebin ta ḧałî cawim
be dił wiryam keçî hełnaye çawim
kemê daxî şeweyşim wa le diłda
ke çend ewladî kuşt û wa le giłda
ke nawî gurgeharem lê eben min
elerzim řû ekem bo ḧałî mirdin
be mindałî ke wextê min egryam
be bore û baze bîxo jîr ekiryam
hezaran sûřetî enwa’ û eşkał
be xew emdî le jêrxan û le nawmał
pişîle destemokey małekey xom
ewa lêm bote dêw û çote estom
be nînokî qulapî dête gyanim
le destim der’ehênê goşt û nanim
leber em tirse nawêrim ke carê
beserya dem be berdê ya be darê
giriftarin hemû ewladî kurdî
le pîrî kone sał takû be wirdî
lejêr barî xerafata esîrin
zelîlî destî şêx û pirç û pîrin