carekî nebû

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  336 views
carekî nebû bîrim katewe
le şew nałînda jîrim katewe
mestî şeřabî zenexdanîm ka
ya bedû ebroy jîrim katewe
lesêdarem da tenafî zułfan
laşe kunkunî tîrim katewe
yan bendî baẍî dû memkî teřî
sûr û sipyekey mîrim katewe
lalûte lemin diłim nadatê
deba ḧewałey pîrim katewe
samîPen name hejarî bejin û bałaket
le şaxî ’îşqî gîrim katewe