min ezanim sêberî mekteb esasî jînme

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  457 views
min ezanim sêberî mekteb esasî jînme
ḧurmetî xakî weten řukin û ḧesarî dînme
taze xełfêkim le baxî mekteba eşnêmewe
baxewanî min mu’ellîm ’îlim û fen perjînme
kurdim û ewladî kurdim bîşmirim wesyet ekem
pêm biłên ey kurde hoşt bê lecêy tełqînme
çaweřêy berzî wiłatim serkewêt û berkewê
bo eme şew ta beyanî ah û nałe û şînme
ḧez ekem xakî wiłatim sewz û paraw bê be aw
şahîdim lafawî awî çawî piř esrînme
min çi bakim baxî şahî ya ḧedîqey gewreye
diřk û dałî herd û kêwim nêrgis û nesrînme
ger epirsin şoret û nawim biłên «’ebdulkerîm»
bêçuwe tûtniçî, newey muftîPen name weten pênciwênme