her minim şêtim be tenya bûme xemxiwarî weten

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  428 views
her minim şêtim betenya bûme xemxiwarî weten
wa leser şanim bedaym bar û serbarî weten
şîn û giryanim nedî bê derd û xem bê kasbî
nayełê sakin bibê dił êş û azarî weten
her be ummêdim le subḧa pêkenînî xunçe bê
bulbulêkim ’aşiq û şeydayî gułzarî weten
ser be qurbanî kesê bê qedrî xakî la bibê
nayewê jîn û eka řoḧî fîdakarî weten
zîkirî min ẍeyrî weten ḧerfê le diłma řêy nema
yařebî hîç kes nebînim wa giriftarî weten
wek ziłêxa bo xerîdîMissing cemałîy yosfî
bo nedem xwênawî cergim bo xerîdarî weten
mirdinim nadem be jînî zîlletî û bê ḧurmetî
xoşe ger bîşmikujê jehrî demî marî weten
namewê qesir û qisûr û nî’metî xoşim bibê
ba serim bişkê be goşe û sûçî dîwarî weten
guł le baxî ẍeyreta, key min be serma kem gułê
bo fereḧbexşî diłim bênin qulê xarî weten
qedrî pê nada be gencî hîç kesê ta pîr nebê
ta nesûtênê derûnî ḧemleyî narî weten
ger dirextê bê semer bê sêberêkîşî nebê
hełkenî xalq le bêxa ba nebê darî weten
çend girohê bû lemew pêş êste herwa baqîye
bûne mîkirob û nema şêranî serdarî weten
cêy umêdî dił ebed nabê kirmiřêz bê kesê
ger nebê cergî let û endamî bîmarî weten
qaremanîy têgeyştin boye nayab û kemin
eygirêt û eykujê zehrî demî marî weten
ger binûsraye be kurdî jîn û te’rîxatman
şu’lewer bû êste yekser şwên û asarî weten
sed cinêwim pê biden hêşta zimanim tîj ebê
wa ezanim şoretim eřwa be bê ’arî weten
muftîPen name to emrî řefîqêkit nebû haw’umrî xot
besyetî takey ekey heyhat û hawarî wet