her min xembarim

From the Book:
Dîwanî Xanay Qubadî
By:
Khana Qubadi (1704-1778)
 1 minutes  882 views
her min xembarim, her min xembarim
her min, bext şûm xembarim
her min xemsuzan dił bêqerarim
her min pêkay řend qetarim
her min şûmtal’ zuḧêł sitarem
her min hîcranbar, ce zêd awarem
her min syaberg qełaxî poşam
her min ce ezeł, zuxawan noşam
her min dûy syam ce dił mexêzo
her min řuxsarim, xezan mebêzo
her min derbeder, hîcranbarenan
her min zedey zam, nadyarenan
her min dax nedił, wêney mecnûnim
her min pey leylê, awarey tûnim
her min xemxełat, xem beratmen
her min karatey řay nehatmen
her min wêney şêx sen’an destûrim
her min zunnarpêç, ce mezheb dûrim
her min dił be têẍ hîcran pare bîm
her min sereşûm, syaçare bîm
werne ya merdim, be cestey ferhad
qîblem selamet, ’umirim şî we bad
yexanaPen name waten, xatir naşaden
na’umêd ce dîn, dîdey bigzaden