gunakarî wêm

From the Book:
Dîwanî Xanay Qubadî
By:
Khana Qubadi (1704-1778)
 1 minutes  945 views
gunakarî wêm, gunakarî wêm
giranter ce seng, gunakarî wêm
’emeł nameşrû’, şermesarî wêm
ferda şermendey bedkirdarî wêm
dił sya û řû zerd, xicłatî wêm
muteḧeyîr mat, muşkiłatî wêm
ce taw ’ezab gyan kenîşt wêm
řoy sefer muflîs, xałî muşt wêm
çenî xaw merg, serîn seng wêm
bêmawa û bêder, qebir teng wêm
çem we ban ferq, derbederî wêm
şermendey xudam, ce ban serî wêm
ser’efkendey curim bêḧîsabî wêm
be ayr dozex, dił kebabî wêm
be kirdey şeytan, mał wêran wêm
çun teyr bêpeř, dił buryan wêm
bendey şermendey naferman wêm
giriftar derd bêderman wêm
yaran ha deway derd wêm berdim
be îxłas pak, tobey wêm kerdim
werne naferman, na’umêdî wêm
axir xecałet dozex zêdî wêm