we’de

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  484 views
cenabî qazî we’det da şewê dêm
keçî we’det şikand û şew nehatî
ḧiqûqî pazde řojanim xerc kird
ke qazî dê fîrahem bê bîsatî
tirê û kałek be pêy fîlan kiřabû
çi kałek her wekû qend û nebatî
we teyyarey deçû hařey semawer
xuřey çayî wekû çomî fuřatî
gelêkit muntezîr bûm û le paşan
xeberyan da ke qazî ço dêhatî
xîlafî we’de řesmî cahîlane
le to ’eybe eto qazî wiłatî