cuẍrafyay tebî’î 1

From the Book:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
By:
Zewar (1875-1948)
 10 minutes  685 views

bane «şimalaً»Arabic şaxî kelî xan, «cinubaً»Arabic şaxî sûrkêw, «şirqaً»Arabic çemî qizłice, «ẍirbaً»Arabic awî kełwê. nehrî gewrey çemî «bilekê»Locationye eřjête awî kełwê ke zabî seẍîr teşkîl eka. «tibî’ةً»Arabic hemû bane daristane. hawîn zor fênke, zistanîş leber dar zorî sexłetî nakêşin.

şêx qadir xeberî zanî ke geyştûyne bane. cwabî nard bend nebin bêne «sawan»Location ke dêy řostem xan û małîşî lewê sakne. barkira, çûyne dêy «şwê»Location, zor xoşman hate berçaw. lewê qerarman wabû lewê îqamet bikeyn çunke teşrîfî şêx qadir û małî neqîb le sawan bûn. êmeş xoman deparast ke betewawî řostem xan duçarî mesref bibê. legeł eweş bê fa’îde bû qubûłî nedekird. êwarê kuřanî xoy le xidmetî şêx qadra nard menził mubarekî kird û, dû sê mał pyawî şêx qadrîşman legeł bû her małî narde dêyek û ḧukmîşî kird minałanî şêx biçne sawan lay selmexan û ḧefsexan îqamet biken. «micburaً»Arabic neqłî sawan bûyn. ẍeyrî taqmî dizłî «’imumaً»Arabic le sawana kobûynewe. taqmî dizłîyş wek xeberman zanî benaw ’êlî cafa beḧurmet û qedrêkî tewaw deçne «serdere»Location ke dêy şêx ře’ûfî biray ḧacî şêx ’arfî seqze. pyawetî şêx ře’ûf û însanyetê ke ew becêy hênabû lazme le defterî xusûsîda qeyd bikirê, we ḧacî şêx ’arf û şêx celalî kuřî be’îstîqbal heta serdere deçin. şêxanî seqzî sed qat le îqtîdarî xoyan zyatir însanîyetyan nwandibû. tenha minałekanî şêx dên bo şar. baqîy pyawan lelay şêx ře’ûf emênnewe. hemû mesrefyan ew boykirdibûn «cizah alilh»Arabic.

le sawana bo emînî û xwardin û xwardinewew îstîraḧet le beheşta bûyn. le qesîdeyek ke medḧî řostem xan bû em çend şî’rem le xeyała mawe, nimûney fîdakarîy řostem xane:

ay filk kingirey qisir tu bî binyan astPersian
ḧirkat tu be ’ikis nizir ansan astPersian
al ḧîdir şud az dist tu mizlum û asîrPersian
siltinit qisimit ẍidar binî mirwan astPersian
baz ba al nibî az çe ’idawit sazîPersian
z çe ru mirtibey ẍidir tu bî payan astPersian
anke wiq’î ninihd girdiş û awza’ tiraPersian
biḧqîqit nigrî himit ristim xan astPersian
bindey al nibî, mixils sadat kiramPersian
dirgihiş milic’e hir bî sir û bî saman astPersian
ristim zablî ba ẍîrit aw himçu cihudPersian
ḧatim ta’î be xwan kirimş mihman astPersian

lazme nextê le eḧwałî ’a’îley neqîb beḧis bikem ke çon geyştûne «sawan». le teḧqîqatê ke xoyan gêřayanewe řojê ke ême le suleymanî řaman kird, selmexan û ḧefsexan pena debene małî mecîd efendî le kanî askan.

«mesel»... ke yekê bû le xidmetkarî berdestî me’mûn neqłî kirduwe dełê řojê le xidmet xelîfeda bûm çend ḧebsêkyan be zincîr û dest bestirawî le şarî şamewe hêna bo ḧuzûr û xelîfe kaẍezî walî xoy ke le şam bû deyxiwênêtewe, lepaşa emir eka yekeyeke birdyanin bo zîndan. ḧebsêkyan mayewe. dełê xelîfe řûy kirde min fermûy em ḧebseyan bere lay xot le małî toda xot agehdarî bike, emnyetim łe kes nîye wekû to, bezamnî ewa teslîmî tom kird heta sibḧeynê û, minîş be «ni’im, ya amîralmomnîn»Arabic cwabim dayewe. dest becê ḧebsekem hełgirt birdime małî xoman, le xofî xelîfe newek em ḧebse fîrar bika min lebatî ew î’dam bikirêm xom bûm be nobetçî, ba wicûd çwarpelî beznicîr û pałeheng wa qaym kirabû bestezubane neydetwanî cim bida. şew ke hat boxatrî xewm lênekewê legeł ḧebseke destim kird be qe kirdin, lêm pirsî to xeqî; koyî? witî şam. witim «bark alilة fî hizة albildة»Arabic. witî boç em du’a bedłe bo şam dekey? witim le şamda şexsêk buwe be ba’îsî ḧeyatim û çakey zorî legeł min kirduwe, da’îma pirsyarî ew zate dekem û ḧezdekem xeberêkî bizanim bełku mukafatî bidemewe. witî nîşaney biłê û beyanî çakekey bike, bełkû min bînasim, xeberî ew keset pê biłêm. witim min le şamda yekê bûm le me’mûranî ḧukûmet. řojê ehalî heyecanî kird, qyamyan le ḧukûmet kird, le hemû lawe dest kira be kuştarî me’mûran û tałanî małyan. ḧukûmet le muqabele pekî kewtibû. minîş destim le mał û tałan û ’ebid û carye hełgirt, fîrarim kird. çwarkes le yaxîyekan be şîrî řûtewe şwênim kewtin, be hemû kołanî şama řayanfiřandim, necatim nebû ledestyan, le pel û pow řakirdin kewtibûm. geyştime kołanê, jinê le berdergayek řawestabû, bangim kird jineke «eẍnisinî eẍask alilh»Arabic witî «edxil, lab’es ’ilîk»Arabic ye’nî were jûrewe metirse. pêşim kewt birdimye hodekey pişt dałan o xoşî leber qapî hodekeda řawesta. minîş diłekutkêm bû ke îsta bêne jûr ya neyên. lem tirseda bûm herçiwaryan hatne ḧewş małeke, hode be hode geřan heta nobet hateser ew hodeyey ke minî lêbûm. hatin bo ewê, jineke destîkird be qîjew hawar û qisepêwtinyan ke êwe bêgane û nameḧremin boç dêne ser lodey jinan? yaxîyekan lem zirîke zirîke geřanewe řoyştin. înca jineke řûy kirde min witî betewawî diłit emîn bê necatit bû «alḧimd lilh»Arabic. xolase çil şew le małî ew pyaweda mamewe heta fîtne û hera nema. řoj be řoj xizmetyan zyatir kirdim. ke me’lûm bû şar emîn buwetewe û ḧukûmet damezrawe çûme derewe. herçend hewł û teqalamda ne ’ebdim mabû ne kesim mabû ne mał. be me’yûsî hatmewe małeke. ewanîş her diłxoşîyan edamewe. le axirda pêm witin ke qafłitî beẍda kewte řê xeberim bidenê deřomewe beẍdad. hemû řojê saḧêb małeke deçû pirsyarî bo dekirdim, heta řojê mijdey bohênam witî sibeynê karwanî beẍdad deřwa, ḧazir be toyş legełyan biřo. do’ay xêrim bo kird û ledłida demut îlahî min çon biřom ne parem heye ne nan ne ułaẍ. çil řoj řêga çon bigeme beẍda! ew řoje û ew şewe bew ẍa’îlewe bûm. beyanî le bazař hatewe witî birader heste ewa qafłe kewtine řê. minîş bena’îlacî řast bûmewe. xoy û jinekey emla û ewlayan girtim, buẍçeyekîşyan le bin baxeła bû. le řêga her ẍaylem dekird heta geyştîne karwaneke. řwanîm ’ebdêk û ułaẍêkî swarî hate berdemim, witî swarbe. meger boxom ułaẍyan ḧazir kirdibû û ’ebdêkîş bo xizmetî řêgam be bargeyêkewe de dest elbîse û çend sindûq eşyay xwardinî becwê barkirabû, we mîqdarê pareş le kîseyêkda bû. emaneyan hemû teslîm kirdim, beřûy xoş be îzharî me’zeret le qusûr qiseyan legeł kirdim û řewaneyan kirdim. lewsaw ke hatûme le îşî xelîfewe aławim, namperjê xeberî ew saḧêb małe bizanim bełkû ḧeqî çakey bidemewe.

mesrûr ełê ke em qisanem kird ḧebseke gwêy girtibû heta axrî, lapaşa witî zor ḧezdekey ew saḧêb małet nîşan bidem? witim ełbete. witî ew saḧêb małe minim, witim çon? nîşanî hełda, îsbatî kird ke xoyetî. minîş lêm me’lûm bû ke řast eka. dest becê bew şewe nardim asnigerêkim hêna be çekuş zincîr û tewqî hemû şikand. legeł xom dam na, xwardinîm bo hêna û ’uzirxiwahî zorim kird û, sebebî ḧebsîşî ke su’alim kird, witî waqî’eyek wek waqî’ey zemanî êwe dûbare řûyda. ḧukûmet minî muttehem kird. ewa legeł çend kesê řewaney êra kirawîn û lêm me’lûme xelîfe î’damim eka çunke lenezer ewda gunahim gewreye. egerçî lem mes’eleda bêxeberim. witim metirse, to xwaḧafîz biřo, ba xelîfe min î’dam bika lebatî to. witî qabîl nîye nařom. heta xeberî to beteway nezanim, nařom. zorim îlḧaḧ kird, cil û berg, toşem bohêna, heta qeraẍ şar legełî řoyîm. lewê řawesta. witî nařom, bizanim mes’eley to çî beser dê. eger îcab bika xom dême ḧuzûrî xelîfe. naçar řazî bûm. geřamewe małewe. her tefekkurim ekird heta řoj buwewe.

tarîk û řûnî beyan bû. pyawî xelîfe hate małî ême witî xelîfe emrî fermuwe legeł ḧebseke biçne ḧuzûr. xom betenya legeł pyaweke řûm kirde małî xelîfe, temaşam kird xelîfe leser bermał du’a û wîrdî exwênd. keçawî be min kewt ḧebsim legeł nebû, witî wełła her biłêy fîrarî kirduwe le gerdenit edem. witim ey «emîr almomnîn»Arabic îstîrḧam ekem ḧîkayetî xom û ḧebsekem beyan bikem, lepaşa her new’ îrade bifermûy «sim’a û ta’ة»Arabic. fermûy qise bike. minîş maceray beynî xoman le ewweł û axir bom neqił kird, heta axir gwêy lê řagirt û serî danewandibû, gwêy le qisekanî min bû. lepaşa serî hełbiřî fermûy êsta lekwêye? ’erzim kird le qerax şar întîzarî xeberî min eka. fermûy emîşî le xidmetekey gewretre ke toy becê nehêştuwe. kewabê to netzanîw mukafatî bideytewe, biço xeberî bo bere ke ’efum kird, bîhêne bo lay xom min lebatîy to mukafatî bidemewe. «sa’ةً»Arabic řam kird mijdem bo bird ke ’efu kiray. legeł xom hêname xizmet xelîfe. xelîfe bemerḧemet qisey legeł kird, le meclîsa dayna û legeł xoy te’amî pêxward. lepaşa de ’ebid, de carye, de esp, de êstir, de kîse parey pê în’am fermû, we emrî bo nûsî bo walîy şam le tekalîfî ḧukûmet mustesna bê.

ẍerez lim ḧîkayete lednya pyawî wa buwe û pyawî wek mecîd efendîş buwe. ew şewe be her ḧałê bû penay ’a’îley neqîbî dabû, we be tehdîd û texwîfî zor ke ḧukûmet pê bizanê minîş; meḧu debmewe û êweş hemû degîrên, tirsî zorî nabûne ber. şewî dwayî ew nazdarane, ew xanmane bepêyan be şewî tarîk řêgay «kanî gome»Location degirin, heta deçne ewê le sed řoḧ newedunoy le tirsa zay’ eken.

ḧasłî xoyan egeyenne şaxî «xawê»Location. çend şew besefalet guzeran eken, ’aqîbet beşarezayîy şêx ’elî biray selmexan řûdekene şarbajêř, behezar felaket daxłî bane debin. le bane xeberyan zanîbû, şêx qadir tewessutî be meḧmûdxan kirdibû. herçend cwabêkî pyawaney dabwewe, betewawî şêx qadir diłî emîn nebûbû, îltîca be řostem xan eba. lewê zor beḧurmet qubûł ekirên. hemûyan çûbûne sawan. êmeş ke çûyne sawan qerebałẍ zor bû, we le mesrefê ke řostem xan eykird meḧcûb mabûyn, we deygut herçî serwet û małêkî ke xwa be minî dawe bo êwey xerc ekem. hîç ẍa’îletan nebê. lepaş çend řojê şêx qadir swar bû řûy kirde mukiryan bo xatrî fikirî begzade û eḧwałî ew sefeḧate şareza bibê.