yaddaştî řojanî derbederî
... lew weqteda ke çaktir bû wiłax swarê bû. le teqey simî swarê ke hat le dengî tepłî fetiḧ xoştir bû, ḧeqîqet ḧezretî xidrî min bû. le xidmetkaranî şêx cewanmerdê bû teklîfî swarî kirdim. bememnûnî qubûłim kird, heta geyandimye çaxaney «binawîle»Location pêşim kewt. ke çûme ewê seyîd kerîm emrî kird çayan bohênam. parçeyê nanîşim destikewt. ewende hêzim peya kird bitwanim bepyadegî biçme «nodê»Location. geyştime nodê. bexwardinêkî kem şêwim kird û nûstim. kes xeyałî dîlî şêxî nedekird, we’îlla lew new’e cêgayaneş nanman dest nedekewt. nazanim bêẍem nûstim ya kufit bûm. begermay hetaw xeberim buwewe. îtir řojû nema. an be’an ḧał degořa. çûyne «çinginyan»Location. besardî qubûł kirayn. seyîd kerîm leḧałyan ḧałî bû.
emrî kird ułaẍyan hêna, bargîrêkîşî da be min. swar bûyn bo merkezî îctîma’ «kanî şîlan»Location. kanî şîlan mîqdarî dû se’at zyatir le dêy çinginyanewe dûre, cêgeyêke besefa, kwêstan, awdar, hewadar. bo mudde’î řêgayê nîye biçête ser ew cêgaye yek řêga nebê, ewîş be pênc şeş tifengiçîyek muḧafeze ekirê. ḧetta teyyareş leber daristanî lew şaxeda keşfî bonakirê. ḧasłî, dû şew lewê maynewh. peragende kobûnewh. małêkî şêx ke becêmabû be hezar meraret geyştine ême û le şêx hîç xeberêkman dest nekewt. herdeme new’e diroyêk řewneqî meclîs û quwetî dił bû. (....) biray şêx be mîqdarê sware û le şarbajêřa quwey me’newîyey be’zêkmanî zyad kirdibû. (...). beyanî barkira. çûyne hewłûLocation, awayî tya nebû, yek pyaw nebê bedyar tûtnewh danîştibû. êmeş be hemûman ke mewcûd geyştibuwe sedupenca kesê, yek qorye, dû pyałe, yek dû parçe misman hebû. hî wa hebû heta nobey çay beyanî bihataye ser, wiqtî çay ’esrî dehat. emma le cîhetî xwardinewe kes mu’ettel nedebû. małî şêx dûsed ser meř û bizin û kar û berxyan derkirdibû, her řojê dû sê se ḧeywanman ser’ebřî.
şêx qadrî ḧefîd
danîştibûyn fikirî eḧwałman ekird. eḧmedbeg witî: ême ẍafłîn, şêx ya kujrawe ya gîrawe, we’îlla mumkîn nîye xeberêkî em mał û minałaney nezanê. em qisaney ke dełên řoywe bo naw ’ereb ya ’usmanî ya fiłan ya fiłan, esił û esasî nîye. şêx ewende bê wîcdane lem ’aleme nepirsêtewe?! min deçmewe dewrî suleymanî. lew weqteda kaẍezî şêx qadir û şekkerî dyarî bo yekêkman geyşit. le kaẍeza de’wetî eḧmedbegî kirdibû bolay xoy. her lewêwe swar bû. îtir begman nedyewe. şewman beserbird. bo qawełtî çûyne «doł pemû»Location. merdane, dostane, xizmane, xizmetyan kirdîn. hedefman «serkan»Location bû, lewî bîn heta xeberî şêx bizanîn. geyştîne serkan. şêx ’ebdûl mudîrî «pêcwên»Location bû, lemał nebû. xeberman bonard. meker řî’yetî me’mûryetî dekird, nehatewe. şew sa’et sê bepenhanî hate nawman. řesmî «xuş amd»Persiany becêhêna, xidmetî başî kirdîn. emma ledła detirsa. ferqiman pêkird. qerardira biçîne «başmax»Location ke dêy neqbe, daxłî êrane. te’eřřuz bo’ewê nakirê. çay beyanî xurayewe. swar bûyn. le hemû nuqteyek pyaw bo xeberî şêx řewane ekeyn, cwab hîç nebû. minîş espêkim bû le deşta min swarî debûm. le şaxa ew swarî şanim debû, çunke le hewraz nedeřoy. řeşmekey be dest û şan damdekêşa, ’ereqî şîn û morim ekird heta le şaxê serim exist. be hernew’ê bû geyştîne řast pinciwên. lewêda becarê pekî kewt. naçar, pyawê cûtî ekird. bangim kird: em bargîre nařwa, ewa bo tom becêhêşt. wirdewrde xom geyande başmax.