pîremêrd

From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 5 minutes  923 views

řefîqî sefer û ḧezerim, dostî dana û mu’teberim, pîremêrd, ke nawî ḧacî tofîq begNamed-Entitye, em pîre le suleymanî teḧsîlî îbtîda’î tewaw kirduwe, le estanbûłîş ḧuquq. cenabî ḧeq behreyêkî way le ’îlim û me’rîfetda dawetê etwanim biłêm le suleymanîda hawtay nîye. lepaş teḧsîlî îbtîda’î meharet û îqtîdarêkî tebî’îy le kîtabetî turkî û farsî û ’erebîda bû, bew wasîtewe ḧukûmet muḧtac bû be kesêkî wa le wezîfeda îstîxdamî bika. be başkatbî meḧkeme te’îyn kira. muddetê leser ew wezîfeye bû. neqîb şêx mustefa îḧtyac bû be katbî xusûsî bo lay xoy, diłxoşî dayewe, birdye lay xoy ke ’eynî me’aşî ḧukûmetî bidatê û mesrefî ciluberg û xwardinî mał û minałîşî ’elawe bêt û xoyşî da’îma le sefer û ḧezerda le xidmetî xoyda bêt, hemû tedarekatî û espî swarî û meyter bo espî bibêt. bem şera’îte çuwe xidmetî şêx mustefaNamed-Entity, terkî xidmetî ḧukûmetî kird ke ḧuřřîyet û serbestî lewêda zyatir bû, ewîş teḧrîratî bo wîlayet ya estenbûl ya muteseřřîfyet bibwaye eynûsî û îş û karêkî neqîb le da’îreyêkda bwaye eçû te’qîbî ekird. baqî be řaw û şikar le xidmet neqîbda řay ebward, ta le xidmetya çû bo estenbûł û le estenbûłewe îştîrakî seferî ḧîcazîşî kird, na’îlî tewafî beytułła bû. ke neqîb le mekkey mukeřřeme wefatî kird le xidmet şêx se’îdda dêtewe estenbûł, lewêda mayewe, nehatewe suleymanî. be wasîtey îstî’dadî tebî’î leser wezîfe mu’ettel nebû, kira be mudîrî naḧye, be qa’îm meqam, heta muteseřřîfî terfî’î kird. le î’lanî meşrûtyetî ’usmanî legeł kurdekanî estenbûł cem’îyetyan dirust kird bo xidmetî kurd û neşrî ẍezete û mecelleyan dest pê kird, emca kewte xidmetkirdin bo mîllet û weten be hemû řengê, le xidmet dwa nekewt.

lepaş çend sał û keşakeşî ḧuřřîyet perwerane hatewe suleymanî. le suleymanîyş lexdimet zyadî kird, ẍezetey «jyan»û «jîn»Named-Entityy bîst pênc sał be fîkirî bîkirî, be qełemî agirînî biław ekirdewe. edebyatî kurdî jyandewe. be çend setrêkî ẍezetekey pendî pêşnyanî hênayewe berçaw ke ew pendî pêşînaney dîwanêkî menzûmey xoyetî.

her be xidmet kirdin, nûsîn řazî nebû, kesê îşêkî bibwaye ya muḧtac, xoy «balzat»Arabic şwên îşekey ekewt heta boy řêk exist û def’î îḧtyacî muracî’înîşî lela weku ferz wabû. xwa tebî’etêkî way dawetê parew małî dinya le nezerya bêqedru qîmete. ew me’aşey ke bûy legeł menafî’ê ke le ẍezete peyday ekird, beşî mesarîfî ew nebû ke muceřředu tenhaş bû.

cejnî newrozî le suleymanîda zîndû kirdewe. hemû sałê ewełî behar nizîk sed bar darî ekřî lelay girdî seywanda eykirdewe be agir û bo za’îrîn xêwet û řeşmał lew deşteda heł edra, ’umûmî me’mûrîn û telebe û tuccar û eşrafî de’wet ekird bo zyafetî cejnî newroz, mesrefêkî zyad le çêşt û goşt û ḧelewyat û qawe û çayî ekira bo em hemû xełqew jinanîş becwê xêwet û řeşmałyan bo řêkxirabû ehatne em seyrane. xolase ewî ew eykird û ew şadî û surûre ke diłî jin û pyawî xoş ebû, hîç melîkê le cejnî newrozda neykirduwe.

lexusûsî dyaneteweş heta ledestî bê, bêqusûre. ekserî sał mewlûdêkî pêẍember le mizgewtekey hemze’aẍaNamed-Entity ke ew mizgewteş bapîrî ew bînay nawe, exwênê. ḧafziqur’an û melayan û telebey ’ulûm de’wet eka bo ew mewlûde û te’amêkî zoryan bo eka. le hemû ḧefleyek ke le suleymanîda bo î’aney me’arîf bêt ya feqîran ya sa’îre, ḧazre wek de’wet kirawekan beqeder xoy î’ane edat we zyad lewan boterẍîb xutbeş exwênê.

ew cejnî newrozey ke le suleymanîda zîndûy kirdewe te’sîrî kirde řoḧî hemû telebey medarîs. le hewlêr, le kerkûk, le koye, le selaḧye, le xaneqîn, ḧetta le şarî beẍda, em cejne be zemzeme û xoşîyewe îcra kirabû. tebî’etî mewzûnî asarî le ẍezetekanya der’ekewê. edîb, şa’îr, dana, nîktegoye. emma qełemî le nesra bêmîsle, kes naygatê. xwa em pîremêrdeman bo em new’e xidmetane lê nestênê.

xatîmey merdan, leser em fazîle ba tewaw bêt û çawlêkeryan zor.