’elî kemal beg
’elî kemal kuřî mîrza ’ebduřřeḧmanNamed-Entity, le meḧelley dergezên, tewelludî le suleymanîya buwe, teḧsîlî îbtîda’î û î’dadîy le ’êraqa tewaw kirduwe. le paşa le estenbûł le medresey ḧerbîye teḧsîlî ’alîy kirduwe û daxłî řîzî zabtan û meslekî ’eskerî buwe. muddetê le xidmetî ’eskerî be sedaqet û şeca’et xoy nwanduwe. lepaş îḧtîlalî ’êraq leteref leşkirî îngilîzewe emîş wek zabtanî řefîqî řûyan kirdewe weten, hatewe bo beẍdaw suleymanî. xusûsyatî îşî çîy kirduwe, çî nekirduwe metłeb nîye, welê ke îqtîdarî le ḧukûmetewe nasra be mudîrî polîsî beẍda te’îyn kira. ke çuwe ser wezîfe întîzamî xiste da’îrey şurtîyewe, înzîbatî le şarî beẍdaw îcra’atî despêkird. ew bazařî beẍdaye ke piř bû le diz û gîrfanbiř, le tirsa cê nebû xoyanî tya bişarnewe. etrafîşî le cerde û pyawxirap muḧafeze kird. ew muddetey ke mudîrî polîs bû, beẍda le zemanî xelîfekan zyatir emnîyet û asayşî peyda kird. xoy «balzat»Arabic tebdîl ekird bo te’qîbî diz û eşqya heta derdestî ekirdin. muddetêkîş be mendûbî suleymanî te’îyn kira le meclîsda, ewî qisey ḧeq bû serbest beyanî ekird û bo ḧuqûqî kurdan legeł ḧukûmet kewte munaqeşe û giftugo. le hemû leyekewe te’îydî qisekanî ekira. emma metalîbê ke ew daway kird mwafîqî syasetî îstî’marçî nebû. wazyan pê hêna. ewîş be fikirî berzî xoy ke hemîşe serbest jyawe, esaretî qubûł nekirduwe, le kasbî û tîcaretewe ała, le ḧukûmet bêteref bû. emca be neqid û be beden, bo xidmetî kurdan hate meydanewe, ẍezetey «gelawêj»Named-Entity ke le beẍda der’eçû dû sał zyatir be parey xoy mu’awenetî ekird ke pekî nekewê kurdan îstîfade lew řojnameye biken, nuqsanî mesarîfî ew tewawî ekird. we ew telebey bo teḧsîl ke eçû bo beẍda, le her mektebêka bûbê bê’îdarew guzeran, leteref ’elî kemalewe me’aşî bo me’lûm ekira, heta teḧsîlî beẍday tewaw ebû ew me’aşeyan hebû. ewîş mexsûsî telebey suleymanî nebû, madam kurd bwaye ew musa’edey ekira, mankî sed dînar zyatir serfî ew new’ane ebû ke feqîr û bêkes bûn.
sexay ’elî kemal wek uktay qa’anNamed-Entity tebî’î û ’umûmîye. le herlayek îḧtîfalê bo î’ane bikirêt, ḧazrî meclîsîş nebê, mîqdarî ’etay ew le bang kirawekan zyatir buwe. le te’sîrî şeřî ewrûpa ’alem feqîr û sergerdan kewtin. le suleymanî qeraryan da feqîrxane dabnên, herçî kwêr û pîr û jin û mindałî bêkes heye le feqîrxane kobkirênewe xwardin û berg û lewazîmatyan te’mîn biken. lew îḧtîfaleda eşraf we tuccar û me’mûr herkis beqeder hîmmetî xoy îna’eyan da, mîqdarêkî wa pare kobuwewe ke bitwanin feqîrxaney pê teşkîl bikirêt, we bo dewamî em xêre herkes nawî xoy nûsî ke mangane mangî mîqdarê bida. ’elî kemal le beẍdawe carê bo î’aneke pêncised dînarî ḧewałe kird, we bo manganeş heta şeřî ewrûpa dewam bika mangî penca dînar bida be feqîrxane. ḧeqîqet heta axrî ḧerb em î’aneye muntezem mang be mang teslîmî me’mûranî feqîrxane ekira.
le beẍda ke teşkîlî ḧîzb kira, hemû ḧîzbekan tełebyan kird ke mîllet le întîxabî mendûbda serbest bin, ḧukûmet mudaxele neka. emcare ’elî kemal be xeyałî xidmetî gewre bo mîllet xoy bo mendûbî terşîḧ kird we sed lîreş dîpozîtoy le sindûqî ḧukûmeta dana ke emir weha bû. hatewe suleymanî. întîxabat des pêkira. ehalîyş leseda sed terefdarî ’elî kemal beg bû ke întîxab bikirêt, emma syaset manî’î întîxabî ew bû, leber def’î fîtne lebeynî ḧukûmet û ehalîda wazî le mendûbî hêna û seddînarî řehnekeşî bo feqîranî mektebekan tebeřřu’ kird. em ḧereketeşî zor merdanew weten perwerane bû, we’îlla wazî nehênaye yekdef’e sewreyek peyda ebû sedkes zyatir bikujraye.
le xidmetkaran û emîndaranîy ’elî řostem naw mîqdarî seddînar zyatir qerizdar ebê. ke wefatî kird legeł eweş feqîr nebû serwet û małî hebû, lew qerze azadî kird, tełebî le warîsanî nekird. em îḧsanatey ke beřuweweye aşkiraye xełq eyzanê, nûsrawa, we’îlla mumkîne bexşişî sîřřî û nîhanîyşî zyatir bê.
le ředdî xerafatî naw ’ewam, basî cinoktu xêwu ẍûlî byaban û şitî wa ke lay ’ewam řastin, namîlkeyekim nûsîwe û biławkirayewe, her nusxey be 70 fils bû, be zubanî minewe nusxeyêkî bo eben, xwa şahîde ne min nardûmew ne gutûme boy berin. řojê le małewe danîştibûm be xizmêkî xoyda de dînarî nardibû. minîş kewtime terdîdewe qubûłî bikem ya neykem. lêkim dayewe le qubûł nekirdina diłî ’aciz ebê, mecbûr beyanî teşekkurim kird, werim girt.
mufredatî cûd û keremî be nûsîn tewaw nabê. bem çend şî’re ewsafî beyan ekem: