şêx ’elî şêx muḧemmed, ḧîsameddîn

From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  511 views

em zate le meşayxî terîqey neqşî bû, leqeb û şuhretî ḧîsameddîn û meskenî dêy tewêłe bû. le řêgay terîqetewe eřoyî. nufûzî řom û ’ecemî girtibû. le şamLocation û ḧełebLocation û estanbûłLocationewe bo feyz û bereket xełq řûyan ekirde dergay ew. herçend meslekî îrşad xidmetê gewreye bo ’îbad ke le řêgay xirapewe eyanhênête ser řêgay çak û pak, emma gencîne eyewê be mał û fîdakarî kesê xidmetî mîlletî kirdibê tya binûsrê. minîş zor pirsim kird ẍeyrî keşif û keramet û «xarq al’adة»Arabic nebê le madîyat şitêkî wam des nekewt. lew xusûsewe min me’zûrim ke zor şitim bo em zate gewreye nenûsîwe.

řojê legeł dostêkim qisem lem mewzû’e ekird aya le xidmetî şêx ḧîsameddîn çî ezanê? ew kese witî: carê me’lûme ke xaneqakey mîhmanxaney feqîran û murîdan buwe, we her me’mûrê ya zatêkî gewre řûy kirduwe be bermałî nayab ya be ferş û seccade ya be tesbêḧ û gorewî û, xidmetî zor gewreşî mwafîqî ḧedîsî «min şi’b alayman amatة alazî ’in altirîq»Arabic, le dêy xerpanîyewe heta tewêłe řêga û cadey çak kirduwe û, řêgay derbendîxan ke taqe zelamê ney’etwanî pya biřwa, be new’ê tewsî’ û çakî kirduwe karwan lem seru lewserewe bên leyek nakewn. em xidmetane mwafîqî ḧedîs nîşaney îman û xwaşnasîye (ٲ’ilî alilة diricitة)Arabic.