dayk

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1228 views
minałêkî sawa bûm
key wek êstake wabûm
daykim bexêwî kirdim
ew nebwaye emirdim
***
belay laye û goranî
řay jendûm ta beyanî
be şîrî memkekanî
minî beberhem hanî
***
řencî legeł kêşawim
le baweşya daynawim
berg û cilî bo şitûm
xizmetî zorî kirdûm
***
çakey wa leber çawim
heta le dinya mawim
ebê diłî neşkênim
arezûy becê bênim