ey mela

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  1226 views
ey mela dyare xerîkî fîtneyek berpa ekey
dewrî papa û ’esrî îrhab lêreda îḧya ekey
to ke hîç kełkit nebê ẍeyrez suwał û tembełî
êste wa harbûy leberçî pêm biłê bo wa ekey?!
to le batîy we’iz û îrşad û nesîḧet key, keçî
bûyte şeytanî ’ewam û cahîlan îẍwa ekey
ga benûsînî mezabît, geh be teḧrîkatî xełk
bo řezay şexsê hezaran îşî bê me’na ekey
aletî destit, ke kiz bûy, dîne tenha bo suwał
řojî dest darîyş sîlaḧte û xełqî pê îmḧa ekey
nûrî azadî cîhanî girtewe, wa taze to
meḧkemey teftîşî negbet ser le nwê înşa ekey
waz le ’alem bêne, danîşe, berokman ber bide
mel’enet besye heta key xot weha řîswa ekey
min ezanim to befîtî kêye kewtûyte sema
seg ke har bû çil şewî ’umre eger biřwa ekey