bîst û ḧewt sałe

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 3 minutes  3005 views
1
bîst û ḧewt sałe min řenicberî tom
benan û aw û cil bergî xom
xizmetim kirdî le êran û řom
le pênawî to şikawe estom
keçî hêşta her dîl û řenceřom
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
2
bîst û ḧewt sałe min eřetênî
be fiř û fîşał em xełetênî
řojî new’êkim heł epeřênî
bo meramî xot milim eşkênî
ke îşt nema wazim lê dênî
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
3
bîst û ḧewt sałe min tûşî to bûm
le řêy jyana hîç pêş nekewtûm
lat û pejmurdem. herweku mirdûm
qisey xoman bê ḧeşirit pê kirdûm
hîwam nemawe, taze le dest çûm
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
4
bîst û ḧewt sałe tałe jyanim
lejêr destîy to zor perêşanim
le însan naçim, ’eynî ḧeywanim
key řizgar ebim małî wêranim?
wa be xot ełêyt «ḧamî»y gelanim
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
5
bîst û ḧewt sałe min betematim
çaweřêy nextê lutif û xełatim
bibujêtewe xakî wiłatim
hîç gwê nadeyte derd û awatim
çunke eyzanî bê desełatim
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
6
bîst û ḧewt sałe zûxaw enoşim
le zułim û cewrit her çaw epoşim
bo řezamendîy to tê ekoşim
leber to zerbem dawe le xoşim
wa tê geyştim ke çend bê hoşim
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
7
bîst û ḧewt sałe tefrey xom dawe
wazim le hemû kesêk hênawe
tom girtuwe û, dinyam xistote lawe
boye pêm ełên ker û řêşgawe
ewî toy nasî milî şikawe
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
8
bîst û ḧewt sałe dem behawarim
carê napirsî le ḧałî zarim
sûtam, piřûkam zor bê qerarim
ezanî le to bo çî bêzarim?
şarezay derdimî. nakey tîmarim
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
9
bîst û ḧewt sałe bebê zyad û kem
epařêmewe. her hawar ekem
yaxwa kafrîş nebê be cestem
wêł û sergerdan bê tîn û xestem
hîçim pê nakirê, dîl û dest bestem
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
10
bîst û ḧewt sałe diłim lêt piře
eḧwałim be dest towe zor şiře
sed bełên bidey lelay min tiře
besyetî îtir em wiřewře
nokerît nakem wirgim hełdiře
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!
11
min řenicberêkim pak û besezman
hewłim bo dawî bedił û begyan
besyetî îtir diro û tefre dan
wa ebê ’edil û însaf û wîcdan
emkey be dîlî «’êraqLocation» û «êranLocation»
gunahim çî bû bem derdet birdim?!
bo çî benaheq wa sûkit kirdim?!