ey weten...

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  5228 views
ey weten meftunî tom û şêwetim bîrkewtewe
wextî bendîy û esaret, pê betewq û kotewe
min le zîkir û fîkirî to ẍafił nebûm wa tê negey
ḧepis û tê hełdan û zîllet toy lebîr birdotewe
bew xuwayey bê şerîk û lamekan û waḧîde
’eşqî to new’ê le diłma agirî kirdotewe
agirêkî wa hezar sał awî biřjênîte ser
qet giř û giłpe û biłêsey ta ebed nekujêtewe
basî meḧzûnî û kesasîy xot nekey tuxwa weten
çunke bew base birîn û zamekem ekulêtewe
matemînî tabekey, dey pêkene û ser hełbiře
muftexîr beşuhretit wa ’alemî girtotewe
negbetî laçû se’adet bote piştîwanî to
kewkebî bext û firîştet berze edrewşêtewe
gerçî beynêke zelîl û dîlî destî załmî
nobetî şadîte emca naḧezit lêk bêtewe
lafî mîllîyyet bedem lem ’esreda kełkî nîye
řojî hewłe her behîmmet goy huner ebrêtewe
bê qusûre çend cesûre sed şukir ewladeket
wa le řêy toda le xwêna seyrî çon etlêtewe
besye te’nem lê mede her řołekey carantim
hênde ḧîlimit bê hetaku dest û pêm ekirêtewe
şerte şertî pyawetî bê ger xuda destim bida
dujminit pet kem weku seg bîxeme jêr pêtewe...