îmaretî pazûkî

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 1 minutes  927 views

’eşîretî pazûkî be řîwayetêk êranî buwe û be řîwayetêkî tirîş, umeray em ḧikûmete le ’eşîretî sweydî bûn û em ’eşîrete dû beş bûn: xalîd beklû, şukir beklû. mentîqey ḧukmî qołî ewweł, xins, melazgird û naḧyeyekî mûş bû. beşî duwem tabî’î emîranî bitlîs bûn.

derḧeq be eḧwałî konî em îmarete, me’lûmat nîye, tenya nawî mu’esîsî qołî ewweł, ḧisên ’elî beg zanrawe. xalîd beg şehwar beg ḧesen ’elî beg, le me’îyetî şa îsma’îlda kesbî şoretî kirduwe û lew ḧerbeda desêkî biřawe û be xalîd begî yek‌des nasrawe û le teřef şahewe xins û melazgird û newaḧî uxkanî dirawetê, bełam le dwayîda le şah ’asî buwe û î’lanî serbexoyî kirduwe. le dwayîda çote lay yawiz û zorî pêneçuwe lewîş ’asî buwe û be emrî yawiz kujrawe.

netewey em îmareteş gelê dewamî kirduwe û le zemanî qilîç begda beşêkî ’eşîreteke çûne naw ’eşîretî dumłî û daxłî tabî’îyetî ’usmanî bûn.