le xotim biparêze

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1110 views
zor car le řadyokanî îstî’marî û kilkekanyewe emanbîst ke goya xeterî sûr heřeşe le xełkî řojhełatî naweřast eka û îngilîz û amrîka deyanparêzin, le weramî eweda gutûme.
seg be řîwî gut: key cêjnetane
bêm bo dîdenî û bênim cêjnane
witî ew řojey ke to nabînim
gewretir cêjne le mawey jînim
***
mame to serî sakson û mam sam
to lew berî aw min le asyam
pêm nałêy çî toy geyandote lam?
be diro û delese xot kirde biram!
detewê be zor dost û yarim bî
le xeterî sûr parêzgarim bî?
bêbeze û xwênimj, xawenî hêzî
xwahî û nexwahî her demparêzî
êstaş to řenge bewem bizanî
ke carî caran lêmit deřwanî
na, na wek caran nemawim mame
netnasim leber řîş û ’emame
dîwî awejût lêm řa dyare
karit şikarî gelî nizare
eger to merdî xuday nexwaste
le milyon qiset yekêkî řaste
detewê derçim le beła û xeter
nefesêk bidem minî xakeser?
řizgarim bike le çingałî xot
min le małî xom, to le małî xot
le to xetertir dujmin nanasim
tenya le toye tirs û herasim
xeterî şîn û sûrim her xotî
bełay nizîk û dûrim her xotî
hoy çawî sûr û řengî zerdim toy
mayey hejarî û řenc û derdim toy
to des hełgirî û derçî le dyarim
be mergit ew dem aza û řizgarim