cwanî însan

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  651 views
řêt be hełmî derya girt û
destit naye bînî hewr
baran xinka
xak qiłîşa
***
şinekanit be dîl girt û
kolkezêřînet serbiřî
behar nedwa
guł neřwa
***
gyat pêşêl kird
serî gułekanit qirtand
heng le birsa mird
pepûlekan giryan
bełam siruştî em kurdistane
qezawegêřî
serî pêşmerge û cwanî însane.