peyam bo mawmaw

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1284 views
hewałêkî kurd gutî kiçêkî kînyayî heye le lenden, govarêk denûsê, gutûme şa’îrêkî kurd şî’rî bo mawmaw nûsîwe, ca qerare boy binêrim û ewîş be tercemewe çapî ka, minîş emanem nûsî nardim:
mawmaw min û to dû dostî hawderd
be xwênî germ û be henasey serd
herdû gîrodey dest îsti’marêk
herdû marangaz be nêşî marêk
ew weḧşey be dem kînyamje
be cûte û çepok kurdistankuje
min û to małman berełła û bêxêw
piřnewt û genim piř le zêř û zêw
to be qisey kahîn min be giftî pîr
tewekkelgîr bûyn, bibin xudagîr
leyektirkujî û dujminî yek bûn
bîrî yek bûn û dujmin lebîr çûn
dêwêkî pyawxor, fêłbaz û bedkar
le pêstî meřda gurgêkî xwênxiwar
şeytan le pêstî mela’îkanda
lejêr sêberî pîr û kehanda
şaristanyetîy sipyan bo hênayn
gurgan kewtine koz, limbozyan tê nayn
hatin fêrman ken çon medenî bîn
çon nanbiřawî destî denî bîn
çi zû mamostay sipî diz derçû!
zigpiřî diro diroy leber çû
kał û kułîwyan gişt lê fiřandîn
goştyan birjandîn êskyan kiřandîn
dizîyan, birdîyan her şitê mał bê
wityan małxuraw be koy zuxał bê
***
êstaş be qise herxoy heqdare
diruste diz bê xawen ḧezare
qeynaka bidzê her nanê hete
to biłêy birsîm pêt dełê çete
to bo mezey ew cigerkebabî
mełê ax û of debye îrhabî
ewan be bomba bimankujin çiş
weḧşîn be mêşyan ême biłêt: kiş
ger bixinkênin korpe sawakem
debê min biçim bûrdin dawa kem
ta kuřî bor û řeşman xinkawe
mamostay sipî destî êşawe
ger bistiřmewe tifyan leser řûm
hêşta her kêwîm, edeb fêr nebûm
ger nanbiřaw û xane berbadîn
qeynaka, legeł dinya azadîn
xanewêranî, şeqê le xem de
diłxoşin xełkî «dawnîng řeqem de»
gwê mederê xot ke řût û birsît
xoş řadebwêrin xełkî «wał sitrît»
ger kurd û mawmaw bebê řon kwêrin
xo «dałs» û «îdin» tesel û têrin
***
ger dîmukřatî û azadî gelan
emeye, xozgem be wirçî telan
kengê qanûnî cengeł wa buwe
çi canewerêk emey xwarduwe!
eger azadî manay her şadî
bo behêzan bê, tif le azadî
***
biram xem mexo dewran dewrane
haka têkçû em dewr û dûkane
qanûnyan tifî serberewjûre
mergî segî har meşhûre sûre
ew xwêne ałey ewan le tenman
řijandyan leser xakî wetenman
laşey lawanî le xwênda şetił
dedêrê ke wa xirawne bin gił
herbîna şîn bû, bû be gułî sûr
bonî azadî da nizîk û dûr
nemamî bałay şehîdanî law
gurdanî kurdan merdanî mawmaw
ew şehîdanî serbest û azad
çi le nayrobî yan le mihabad
berz debnewe û debne sêdare
pêyan dadekirê herçî bedkare
ałay azadîyan leser hełdekirê
şoqî azadî dinya dadegrê
natirsêyn xwênimj bênewe serman
debne kutik û das, řimb û xencerman
ewsa hemûman xoş řadebwêrîn
leşwên îstî’mar nefrîn denêrîn