awêney hestim

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  1123 views
ew awêneyey firîştey xoşewîstî û bezeyîm têda bedî kird
ey awêney bîr û hestim
lem cîhane toy mebestim
lew cîhanîş şadmanim
çunke bebînît mestim
wizey gyanim
bê gumanim
le diłî to
çak ezanim
ke xoşewîstî ew diłe
cwanî ew řuwey wek gułe
emxate naw jînî xeyał
emdate ber şiney şemał
jînim lela şîrîn eka
şadî eda esrîn eba
awat exwazim piř bedił
ke gułêk bûmaye bê çiqił
leser mêzî jûrî nexşîn
awit bamaye be esrîn
bitmijyaye piř be dił
dûr le ẍem û janî çiqił
ewsa emzanî tamî jyanim
çunke ta êsta lêy begumanim
bełam ke tamî lêwanî tom kird
karwanî guman lelam barî kird
çunke tamî jîn
le lêwantaye
cwanî siruştîş
le çawantaye
boye pêt ełêm awêney hestim
min bê dîdarit řûgirj û pestim