baran ke nawî řeḧmetî xwaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  780 views
baran ke nawî řeḧmetî xwaye
bo kiştukałman ewe sermaye
zorcar hêlaney bedbext têk eda
le şorekarda diřk lêk eda
xwa tecellî xoy bem kurde nwand
«leyْleةû alْqedْr»y be... ya dořand
ḧewtewaneman bo dête bermał
ême eydeyne ber gurzî bermał
xełkî bo yarmet pişt edene yek
ême bo toran pişt ekeyne yek
nîşan bew nîşan emcarey derbend
lay dost û dujmin piştiman le yek send
kes derbendey kes nîye bo mirdin
ew derbendeye zamarî kirdin
bexîl sê new’e lem dinyayeda
yekê nayewê xoy be kes bida
duwem nayewê çakey kes bo kes
sêyem derbarey xoyşî firyadřes
ême le destey sêyem bexîlîn
leçaw şaran da boye zelîlîn
ełên: bo řê û ban emende pare
îsrafe diłman pêy birîndare
herçî eykutim asnî sarde
sa tuxwa mela emîşe arde