demêke qetrey ḧeya tikawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1069 views
demêke qetrey ḧeya tikawe
boye wa zuban teř û parawe
way efendim û komełî yaran!
ełêy ne bayan dîwe ne baran
zor pyaw wek dirext mutirbe dekirê
hermêye û carcar tirozî degrê
lem hawîneda kolare zore
boye legeł jin her aługoře
řast eken êre řeşebay zore
legeł fîşałda kewtote nore
taze westaḧmed şew řûdoz eka
ber dukanekey tep û toz eka
ḧukmî řaporî řeşol nemawe
qetar û qořyat şan be şan bawe
carê ba bizanîn sał berî dûre
min le manem çî şay min engûre
meclîsî dewrî ḧewzekey xoman
tirê û kałek û şûtê û sêwî cwan
emanen şah û wezîr û muşîr
xoşguzeranî pêwîste bo pîr