ełên: har çil şew ejî diroye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  799 views
ełên: har çil şew ejî diroye
kwa le małî har şîn û řořoye
kuştey ’areqman, wa le pêş çawe
êwaran hîçman le bîr nemawe
însan le nîsyan dirust kirawe
çawî be perdey ẍefłet poşrawe
ta satme neka çaw heł nabřê
ekewête çał pelupoy ebřê
bedkar le çake xirapey çî dî?
awatî bedî xoy dênête dî!
ezanî xwa boç bed ejêyênê
eger bed nebê bedkar nanwênê
ta neman bene girdekey seywan
çake û xirape nayête meydan
qurmey wezîfe ke bû be kifin
dest û pê le pyaw ebê be dujmin
ke meřnemûke çaw zeq katewe
aẍayî le bîr pyaw ebatewe
emane wîzey bergiwêy bê’are
kes nałê mirdin heye lem şare