fiřî fiřî qel fiřî

From the Book:
Fiřî Fiřî Qel Fiřî
By:
Melay Gewre (1876-1943)
 15 minutes  3635 views

însan eger be gewreyî eḧwałî mindałî le yad bê qyas le eḧwałî gewreyî bikat ferqêkî zor seyr debînê û eger be çawî dił temaşa ka dezanê ew fikirey ke le satî mindałîda heybû zor pak û zorçak bû, emma be terbyey dayk û bawik û kesukarî fikirî lê gořa û lêyan têk da.

le yadme be mindałî geme (yarî)yekman dekird «fiřî fiřî qel fiřî», çend mindałî dewryan lêk deda, yekê nawî çend bałindeyekî dehêna, legeł nawî bałindeke minałekan destyan berz dekirdewe û lew myaneda nawî çiştêkî dehîna ke nefřê, ewey destî hełbiřîba têdekewt. nawî ew şite nextêk wêçû bû legeł nawî bałindeyekî, boye ew mindałe lêy têk deçû, deygut fiřî fiřî, fiřî fiřî kotir fiřî, fiřî fiřî kotik fiřî. ewey destî biłind kirdiba têdekewt û mindałekan têr pêy pêdekenîn û gemeyan pê dekird, fiřî fiřî qazî bazî fiřî, fiřî fiřî qaz fiřî, fiřî fiřî qazî fiřî. dîsan têdekewt, çepłeyan bo lê deda. qeşmerî (gałte)yan pê dekird. ye’nî ew mindałane be fikirî fitrîy xoyan cyawazî û temîzêkî başyan hebû çî defřê û çî nafřê, çon defřê û çon nafřê, be çî defřê, be çakî deyanzanî.

lepaş gewre bûn û hoşî qewm wergirtin... debînîn ferqêkî zor heye, becarê îş serew bin buwe. îman be keramet fikirî betewawî gořîwe: behîmmetî şêx fiřî fiřî ker fiřî, debê dest berizkey. fiřî fiřî şêx bexoy fiřî, dest berizkey. hey hawar... bo xatrî xwa... bo xatrî pêẍember! çon dest hełbiřim?

ew kere gwê dirêje... ew şêxe ser ziley wirg panî mil estûre çon defřê?!

hey małwêran to... îmanit nîye, kafrî, zendîqî, le dîn derçûy, nazanî şêx xoşewîstî xudaye, eme kerametî ewlyaye. to net bîstuwe le melayanî mutebeḧîr kerametî ewlya ḧeqe? herçêkî le xwa bixiwazê boy deka, tobbe bike dest hełbiře.

biram lazim nîye ewey xoşewîstî xuda bê bifřê, fiřîn qa’îdey heye... pêẍember, ebubekir, ’umer, ’usman, ’elî xoşewîstî xuda bûn û nefřîn, bełan çwêlekey defřê û xoşewîstî xudaş nîye. kuře małřimaw! ewe çiştêkî tire, were îman bêne, dena şêx ẍezebit lê degrê, xudaş lêt xoş nabê. pêẍemberîş şefa’etit bo nakat.. xulase be sed desîse û fiřufêł mindałeke werdegêrin û le ser fikirî fitrî ḧeqî ladeden.

dîsan: fiřî fiřî firokey (teyare)y îngilîzî fiřî, hate ser şarî koye bordumanî dekat.

mindałe pakeke xêra dest hełdebřê, gewrekan dest hełnabiřn.

mindałeke depirsê: boç dest hełnabiřn? dełên: biřo kere... çi ḧeddî heye! fiřoke çîye.. çon defřê? ewan kafirin çon be ḧewa (asman) dekewn? xo şêx û ewlya nîn bifiřn!?!

mindałeke: werin bo xatrî xuda dest hełbiřn dena zerer deken.. bexwa ewe hat, giřřey dê, bombay zor pêye, yektan pêda bida berkewn; hemû parçe parçe debin.

gewrekan: biřo mindałî nefam.. temate hełman xełetênî ta têkewîn û pêman pêbkenî!

mindałeke: be xwa mebestim ewe nîye, bo êweme ḧeyf dekem bifewtên...

gewreyek: eha bexuda ewe hat.. kuřeke řast deka, teqey bombay hat leber qişley, teqî ’ardî lerzand dengêkî zor behêzî hat, her wextibû perdey gwêm bidřêtin, emma metirsin şêx be hîmmet nahêłê zyanman pê bigat.

mindałeke pêkenî û witî: bawkim! xotan bişarnewe ewe îşî şêxumêx nîye! eha, هاا هاا... binořn! şêx ewa bo xoşî hełdê. teq bomba teqî. şêx hełat. ewca fiřî fiřî le tirsan bałî girt. eha eha ewe ẍardeda bo kunêkî xoy bişarêtewe, ay ay ewe çuwe naw eşkewtewe! haha çûşe binebanê!!!

gewrekan: ey małî wêranim, xo şêx hełat û xoy şardewe!! dekû xanet xerap bê ya şêx! edî le zelzeley řojî qyamet û le sa’îqey înşîqaqî semawat û le şehîq û zebîrî cehennem çon necatman deda!?! daxekem pekû çon ’eqłî lê gořîn be diro û delese, kû małî xwardîn!!! le dîn û dunyay kirdîn! be xuday hemûy diro bû! hîmmetî piławxiwardinî lê kirdîn be hîmmet hîmmet û bereketî wî tenha bo małî miftî bû.. teq, teq, teq... bomba barîne, cêy qise nema. heřa ken, heřa ken, çaresere, řojî nefsî nefsîye, fiřî fiřî şêx fiřî, mela fiřî, aẍa fiřî, efendî fiřî, mam ḧacî fiřî, sofî fiřî, derwêş fiřî, seg fiřî, mirîşk fiřî, hemû fiřîn.. çûne penayan.

mindałekan: edî wa bifiřn dena tê dekewn, quř besertan eger be şew hat, be elkitrîk dunyay řûnak kird, leser banan, lenaw ḧewşan, le kołanan, hemûy dîtin, ewca çî deken?

gewrekan: toxwa emîş debî? ewca quřî kwê keyn beser xoman? kêwe biçîn? kêwe bifřîn? debî zewî bikołîn û biçîne bin ’ardî.

awa fiřoke geřawe. çuwe kerkûk alḧimdallih yařebî, ewcareş qutar bûyn.

daxekem ewanî zor kerin dûbare debnewe kerekey caran û deçne xizmet şêx û dest û pêy maç deken û dełên qurban! le sayey hîmmetî towe siłamet bûyn û zyanman nehêna.

yekêk le mirîde here ker û gewcekan dełê: bexuda be ẍews, çawim lê bû ke bomba dehatne xwar ḧezretî şêx destî weber degirtin û le êmey ladeda, sidiq sidiq.. amna amnaArabic hîmmetî şêx kafîye, zahren xoy şardewe... batnen hîmmetî fermû... şikur derçûyn. kuře her şêx ḧîsabe...

mindałeke wexte le qînan bidřê û teq bika. ew careş fiřokey îngilîz fiřî le kerkûk, le beẍdad, le musił, wek qaz û qułîng leseran dêne xwarê û ewa le hemû layekewe hatin û cê be cê kirdyane agir baran qyamete.. ’alem be lerze lerzewe destyan be hełatin kird. hawar ya ẍews ya ẍews, ya ẍews, şahî neqşibend, omermendan, xarxaran, pîremegrûn, pîrote sûrî mergî, pîrî daban, nicat, ḧîfiz, hawar, dexîl. dîsan bew çeşne hemûyan xoyan bizir kird û xoyan şardewe. gelê mizgewt û tekye be ber bomba kewtin û řiman û xirap bûn. dûbare ke řoyştinewe xełkî hatnewe derê zor tirsan, eserî tecrubeyan dît kemêk hatnewe ser hoş, temayan bû nextê ’aqił bin. bełan ke hêndêkyan çûn bo lay şêx, şêx nemabû. mela nemabû. hemûyan bałyan girtibû. fiřî bûn. ewca gutyan be xuda lêman gořawe. her şite qa’îdey xoy heye ême be ḧîkayetî qałîçey silêman pêẍemebir û bas û xwasî ’îfrîtyan têkewtîn. şêxan hełyan xełetandîn. fiłan swarî qalîçey silêmanî bû. gutî be ḧeqî silêman bimbe fiłane cê, dest becê birdî, ’îfrîtan qełay kiçî padşayan hełgirt be binaẍewe birdyane naw ḧewt deryayan û le cezîreda dayanna. be’zê le ewlyayan dîtuyane ke ke’be le cêy xoy nemawe, çuwe bepîr řabî’ey ’edwîye. ey aman, řebbî dexîl ewe çî bû? çon way lê hat? ew hat û batî keramet û ḧîkayet becarê êmey gořî. eger lêgeřaban hîç neba lecêy xoman demayn û ewende be ’ardîda nedeçûyne xwarewe wek le ḧîkayetîda dełê: eḧmed kewte jêr zemîn pêyan got: dû beran dên řojî cim’e xot hełde ser berane sipîyeke be ser ekewî. eger bikewye ser berane řeşeke le ḧewt tebeqî zewî řodeçît. quř beser xoy hełda kewte ser berane řeşekey û kewte bin ḧewt tebeqey ’ardî. çî bikeyn tawanî ême nebû.

melay çak le we’zîda deyfermû: fiłane kes behşitawî deçête mekke, defřê deçête asman, sidre almintihî, beheşt, kursî, ’erş, hemûş degeřê. neman dewêra deng bikeyn, kerametî ewlya ḧeqe le kitêbî ’eqîde nûsrawe wek mu’cîzey pêẍemberan debê îmanî pê bênîn.

mindał be mindałî be fîtretî îlahî zor zîreke. dyare pirsyar deka. dełê: babe! ew barane kû debarê? kwa wa denk denk... tinoke tinoke dête xwarê???

bab: řołe ewe mela’îket deçin le beḧrî «rizq miqsum» awî deyênin be bêjengîda deken, wek denke genim û co le bêjengî dête xwarê, emin le mela wambîstiwe.

mindał: edî babe! boçî hendê caran beřêjne debarê, denkî gewreye, carcarîş nerme nerme debarê denkî wird wird dête xwarê wek xunawî řeşmałan? bepêy fermûdey to debê bêjeng û sered û hêłekyan hebê!

bab: seyrî em hetîwe bêjeye , ewe dersî şeytanîye, be qisey melayan biřwa nakat.

mindał: edî babe gyan! ew biruske û girmey hewre çîye?

bab (eger sunnî bê) diłê: řołe! ewe mela’îkete be qeder jengesûreyekî (zerdewałe) qemçîyekî agirînî be desteweye le hewrî deda û beserîda dehařênê. ew birûske agirî qemçîy ewe. ew neřeye û denge gewreyeş her hîy wiye.

mindał: edî babe! car care birûsk le ’ardî deda însan û ḧeywanî desûtênê. lew cêye bonî barûtî lê dê û hendê caran lew cêgaye asin dedozrêtewe.

bab: ey lew mał xirape. eto çit beser şitî waweye?! wełła ewe şeytane serim be feteřat deda.

bab (eger şî’e bê) dełê: «’ilî fî alsiḧab silaة alilh û silam û ’ilîk ya emîr alimؤminînArabic», muctehîdî necefî eşref û kerbelay mu’ella wayan fermuwe.

mindał: ełbet ełbet waye babe, tewawe.

kuřî şî’e zû biřwa deka, emma minałî sunnî zirengin û be qisey piřupûç naxełetên îlla ewane nebê ke wekû şî’an îmanyan be îmam heye. be şêxan bê ewanîş degořên. dena mindałe sunnî betaybet mindałî kurdan qet le zekay fitrî xełqî nagořên. leser ew bêkesîye şukir mindałî kurdan be new’ê bo ewcî e’la defiřn herçî doste ḧeq waye keyfî pê bê çunkû zor baş dexwênin, ’aqîbet boyan baş ebê.. deçin bo biłinditrîn paye.

hîway min be bêçwe kurdan eweye be qisey piřupûç negořên, temaşay xuday biken xelq û îcadî ew bênne ber çaw. qewa’dî fitrî temaşa ken. xwarq al’adة çi nîye.. gwêy nedenê. çî xwa kirdibêtî be ’adet ewe başe. eger be ’eqił temaşay kerametyan kirdiba deyanzanî fa’îdey çîye, bo hemû şitê teşebusyan be keramet nedekird. ewe řaste şêx defřê be loqî deçête mekke û nwêjî sibeynê le mekke dekat. îşraq le medîne, ziḧî le qudis nîweřo le beẍda. bo hemû mîllet çi kełk degrê?! sûdî çîye? ta îmřo ḧacî quřbeser piştî deşka leser ḧuştir gelêkyan ber debûnewe îsk û pirûskyan wird debû. çil penca řoj be swarî ḧuştir ḧinder ḧoyan dekird. tok û lokyan deçû; aya bo mîllet faydey çî heye ke şêx fiřî ya ne. çuwe mekke ya neçuwe mekke. bifřê û nefřê... temaşay lewḧî meḧfuzî kird ewî tya bû boy keşif bû, çi sûdî heye? babeguřguř agirî şaławî hełsa, beẍday tirsand. ke awî newtawî bika. be ’ilim û fen û hendese zewtyan kird û temayane ew newte bo ewrûpa berin, ême xoman le małî xomanda bêbeş bûyn. keşfî ’îlmîman nebû. ew lenaw ’erdîda bû lêman bizir bû. ecanb bederyan xist. êmeş her xerîkî lewḧ bûyn! qey nakat lewîş serfî nezer... em qur’ane le luḧ alimḧifuz bo pêẍember (s) hate xwarê, boçî em welî û şêxane temaşay naken? tenanet kemyan be řeşxiwênîş deyzanîn.. be me’na hîç. ewîş xerape nabê ewan ke îmanyan heye be qur’an ke kelamî xwaye bîzanin. fikirî musłimanan her bewlaw bewlada defřê. beřastî řû le řêgey řast naken.

fiřî fiřî... be fikirim hatewe: fiřî fiřî kerî decal fiřî, kerî wahruhup gwêy ewende dirêje ḧefta hezar cû lebin sêberî gwêyda řadewestê. şeqawî le meddî nezere, be çil řoj hemû dunya degeřê xisûsen neředêwêkî wek decalî swar buwe.

mindałeke: awa kerametî ewlyayanman selmand. ’ebdî xuda ’îbadetî deken ba kerametyan hebê. ey decal ew çîye? ewîş xoşewîstî xwaye? xuda ew hemû îşaney bo deka?? fiřî fiřî.. hemû xezêney dunyaye le dway serî wî wek zengezûre, zerdewałe, mêşhengiwîn be haje haj û girmegirim be emrî wî defiřn, eme bo fiřî?! fiřî fiřî em çyaye fiřî, ew çyaye be emrî ew le řeg û řîşe le ’ardî dêne derê be ḧewa dekewn. defiřn defiřn wek dû beran şeře qoçî deken lember û lewber.. eme bo kes nebuwe. kû řêk dekewî?!!

gewrekan: biray bawkim ême musłimanîn be qewlî melayan musłimanîn. ewî ewan fermûyane biřwa dekeyn. ḧetta defermûn řûbar nan û goştî be duda deřwa.

mindałeke: çî řûbar? çî nan? çî goşt? be xwa em qiseyekî seyre. xozya emin lenaw êwe gewre nebûbam û em terze qisanem nebîstiba le êwe. herçî mela bîłê êwe dway qisey bikewn ewe qet nabê. eme dyare mela zor birsîye. bênane. ardî le mała nîye. lemêje goştî nexwardye. tamezroye, xewn be nan û goştewe debînê «alxîr lina walşir la’da’na».. lam waye tefsîrî ew xewne ewye îmřo sibey kwêxa xêr bo xoy deka dû sê ḧeywan serdebřê. deyka be keşkek û melay de’ewt dekat. seley piř le nan û tebeqî piř le çêştî leber demî dadenên, mela ’afyetî deka. lařanêkîş denêrête małî mela, melaş nextê be kuławî û hendêkîş be birjawî yek dû zigî tirîşî lê dexwa. ya kesê buwe wekû bisḧaq ewîş ḧezî le ti’am buwe emma busḧaq çake, basî ti’amî xoş xoş deka waq’en ewîş ḧezî le qawirme bû legeł sawerî řizî řewandizyan. eme ewende nan û goşte bo tirît xorekane, ewe le melay çak dûre, goşt û nan û ḧez be diroy hełbestiraw: xeyał û xulya y birsîyane dûre le pêẍember çunke pêẍember weḧî le xwa werdegrê. teşrî’î eḧkam eka. dûre lem new’e qise piřupûçane xisûsen te’rîf û tewsîfî kerî decal. yaxwa le’nitî xwa lew kese bê ke diroy be zarî pêẍember hełbest û ’alemî małwêran kird. kirdinî be kerî nefamî hîç nezan.. biray bawkim! wirnewe ser ḧałî mindałî bexuda baştire. fiřî fiřî qel fiřî. dest hełbiřn. fiřî fiřî qul fiřî. dest hełmebiřn. mebestî le qul řeşeye û nafřê. we îlla ser û bin debin wek harut û marut serewjêr hełdewastirên..

bełê, ewîş ḧîkayetêkî zemanî pîrîye, musłimanan ke gewre bûn gwêyan û ’eqłyan tewaw debê, îmanyan beqwet debê. emca be hemû ’eca’îb û ẍera’îb biřwa eken! xoşnawêk metḧî kerî xoşnawêkî tirî dekird; deygut: bexwa kerî to zor deng xoşe. ewîş teşekkurî ekird û deyut: małit sed car awa bê. hîç çakem bo to nîşe awa her le pyawetîy xotewe metḧî kerêm ekey. musłimananîş sedcar małyan awabê, decal hîç pyawetîşî bo ewan nîye, keçî medḧî kerekey deken!!

fêłêk heye lenaw kurdan kotir fiřînêkî pê dełên; wa dibê kiçêkî giçke dedene pyawêkî zebelaḧ. lêy mare deken. boy degewêznewe û kiçeke lêy detirsê, hawar hawar deka boy řanawestê îşî xoy legeł bika. axrî kotirfiřinkênî pê deka; şew ya řoje gemey legeł jinekey deka ełê: were kotirfiřînkêt pê bikem.. bo xot defřî.. deçîte derewe. ewîş pêy xoş debê.. dełê başe.. be petêkî dest û qaçî û pêy debsitêtewe û îşî xoy legeł deka. dyare ewî laqî bibestirê çî be ser dêt! îtir lazme însan agay le dest û laqî xoy bêt,, we îlla têdekewê.

bełê eger emřo biłên ’eqił lenêw musłimanan fiřî, řaste... gurc dest hełbiře û eger biłên: ’ilim û zanîn lenêw kurdan fiřî, waye.. xêra dest hełêne, hîç řameweste, ne ’ilim ne ’eqił ne fikirî tenqîd û miḧakeme lenaw musłimanan xisûsen lenaw kurdan (ewanî tab’î şêxanin) nemaye. fiřîye. řoştye. lam waye nayetewe meger mindałanê ke taze pê degen fêłekî biken, faqe û dawêkî dabnênewe bełkû teyrî ’ilim û ’eqłî pêwe debê û deygirnewe... ewîş lazme bawkekanyan lêyan geřên leser ’eqłî fîtrîy gewre bin, lêyan negořn.