ḧîkayeta sîh û ḧeftê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 7 minutes  1059 views

řîwayet diken, ji qezayêd wanê, di qeseba bê kirîvêNamed-Entity feleyek hebûye, navî şatirNamed-Entity weqtekî derwêşek berê biharê tête wê qesebeya bê kirîvê û li mala wî şatrê fele dibte mêwan, bi’emir alilhArabic, ew derwêş navî jî sarî salteNamed-Entity bûye, li mala wî şatrî bê keyf dibtin, û muddeyekî medîde nexweş radzêtin û ew şatir û eger xars û ehlê malê zêde řeḧim bi ḧalê derwêşî diben û qewî qenc muqeyyed dibin û xweyêtî li derwêş sarî salteyî diken, paşî dû heyvan derwêş şîfa dibîntin û qenc dibtin, řojekê derwîş dibêjîte şatrî ku îşeve cwalekî û ben û ber heste û şemal û betek evne ḧazir bike, ez û to biçne derekê, te gelek zeḧmeta min kêşaye, bilanê jiber wê zeḧmetê qencî yek biteřanê bîtin, îcarê ew şatrê fele jî cwal û qewanêd sarî salteyî hemû ḧazir diketin, weku qederekê şevê dibûrîtin, sarî salte û bite darek ji nêva avahî bider dikevin û řya se’etekê ji bê kirîvê wêdanê, dinêva gundê kurzutê û bê kirîvê, keleka xirabe heye ji kifarê mayî liserê girekî ḧemû bîna û ’îmare têd qedîmene, îcarê ew derwêş sarî salte û şatrê fele herdû têne nêva wê kela xirape, îcarê derwêş dibêjîte wî şatrî ku to dizanî em ji boy çi hatne êre, fele dibêjîtin, ne, to dizanî, îcarê derwêş dibêje ku dinêva vê kelê danê ji kifarê mayî qedîm defêne heyn, ez dê bixûnim û siḧra defêneyê betal bikem, û em biçne nêva defêneyê, to jiboy xwe qederekê zêřan biderîn, lakîn eslen êdî to xeber nedey, evne qenc li şatrî tenbîh diketin û derwêş mîqdarekê dixûntin û deng û zelzele dinêva wan bînayêd kevin peyda dibtin, paş muddeyekî biřastî derî yek zahir dibtin, ew herdû diçne nêva wê xezîneyê, şatir findekê hildiketin, waqî’en şatir dibîntin, ku belê cihekê ’eqdê wasi’ û zêr û diravêdkevin bi sikkeyêd kifarî, teref teref, kom kom, berhev kirîne, lakîn liser komekê zêřan, dîsanê ji zêřî tokme şiklê goyekê danîne û dichê çawanda nê elmas danîne di birqitin û mînqar û peřêd wî şiklê goyê, ḧemû bi cewahran muresse’ kirîne, ji dûrve weku řojê dibirqitin, derwêş goya destê xwe dirêj diketin û ewî şiklê goyê hildigirtin û datînîte paşla xwe, îcarê derwêş dibêjîte şatrî, ku tujî ji boy xwe, ji van zêřan mîqdarê ku hildigrî, tijî cwalê xwe bike, da em biçin, êdî şatir jî qederê ku qadir dibtin ḧemil biketin, ji zêřan mîqdarê ku hildigrî, tijî cwalî diketin û ji defêneyê biderdikevin, dîsanê derwêş dixûntin û derê defêneyê têtegirtin, îcarê ew herdû jwê derê biřê dikevin û qederekê bi êredanê tên, îcarê derwêş sarî salte dibêjîte şatrî ku to heře mala xwe, ez dê biçme şola xwe, dibê bixatra te, derwêş vedqete, cuda bi kinarekî diçîtin, weku derwêş ji şatrî cuda dibtin, şeytan wesweseyê didete şatrî, ku eve çi bû, ewî derwêşî şiklê goyê mucewherê sipeḧî û zêř qîmet ji boy xwe birî û ev zêřane daye min, ji boy çi, ez jî şerêkim, wellahî ez dê bigehme derwêşî û qet nebtin ez dê bizorî gwa zêřîn ji derwêşî bistînim, îcarê şatir zêřan ji pişta xwe datîntin û ji şove xwe digehîne derwêşî, weku dengê pyan têtin, derwêş dizviře, dibîntin ku şatre lipê wî têtin, îcarê derwêş dibêjîtin, ku şatir xêre, çi beḧse êdî şatir dibêjîtin, ku rastî ez hatme goyê, min ew zêř nevêne, îcarê derwêş dibêjîte şatrî heře dîn mebe, ew zêř ji boy tebesin, biçe şula xwe, ku ji boy min lazim bû û goya ez ji fiřengistanê ji boy vê goyê hatbûm, lakîn wesabû, ku ez nexweş bûyî, li mala temaym û hinde zêř jî jiboy te îkiram bitin, şatir vedgeřtin dîsanê şeytan weswese didetin, ku kuřu heře û bi zorî goyê ji derwêşî bistîne û zêřan jî nedewî, bilanê biçte şola xwe, tîkiraren şatir dîsanê vedgeřtin û tête nik derwêşî, xulasey kelam her çi qeder derwêş şîretan li şatrî diketin, çare nabtin, derwêş li şatrî difekire, ku merama şatrî cebre ku bi zorî goyê ji wî bistîntin, îcarê derwêş dibêjîte şatrî ku were nêzukî, ez dê goyê bidemete, weku şatir nêzukî dewrwêşî dibtin, tiştekî didete berkepuyê şatrî, fîlḧal bi bihnê şatir ji xweve diçtin û bê hiş li wê derê dikevtin, derwêş diçte şola xwe, weku nêzukî subeyê dibtin, hişê şatrî tête serî, řadbitin ku derwêş tunîne, îcarê têtin ewî cwalê zêřan tînte mala xwe û xef diketin û hêdî hêdî milk û emlak û kotan û ker û aşan tedarek diketin, îcarê mîrêd bê kirîvê seh diken ku elbette evî şatrî ji cihekî mal bidest ketye, ku hinde emlak û eşya ji boy xwe peydakirin, îcarê cîran dibêjne mîrî, ku pîlekê derwêşek hatî li mala vî bûye mêwan û muddeyekî nexweş bûyî, paşî şîfa dîtî, ew derwêş napedîd bûyî, evî şatrî hinde mal peyda kirî, xulase ji êreda wêda nimûna zêrêd kevin ji malê şatrî bideranîn, û şatir, mîrgirtî ḧebis kirin, qederekê zêřan mîr ji şatrî istandî, ji ḧebsê berdanê, îcarê ev xebere dinêva ’ewamêdanê şay’ bûyî, ku şatrê bê kirîvî xezîne dîtye, ev xebere biguhê paşayê wanNamed-Entityê ketî, îcarê paşayê wanNamed-Entityê řêkirî şatir girtî birîne wanê û mûdeyekî li wanê ḧebis kirin û îza dayne şatrî, keyfyet weku bûy îqrar kirî, mîqdarekê zêřan jî paşayê wanê ji şatrî istandî, şatir ji ḧebsî bideranî, xulase ew şatre êdî kete belayê, êreda wêdanê her jwî distandin, ev qisseye eger çi hindekê ji ’eqlan dûre, lakîn lwan etraf û eknafan meşhure, gehaye ḧeddê tewatrê û niha jî mala wî şatrî dîsanê li bê kirîvê heye û qewî me’mûre û ewladêd wan heyn, xweyî emlak û aş û kutan û ker, lakîn maleka qewî zêde berve kirîye, ḧisêbke tekyeye, herçî bêtewê malê, fele, musliman, men’ naken, di êwrînin û îkiram diken, mala şatrî jwî weqtî ḧetta niha jî dinêva ekiradandanê meşhur û me’rufe, ekpihrêd ekiradan dostî digel wê malê heyn û pez hedîye ji boy wê malê diben, malî diben, û îqtîza biketin ku ekirad dujminatya bê kirîvê biken û talan û dizyê ji bê kirîvê biken, dîsanê nêzukî talan û mala wî şatrî nabin, dibêjin ku tekyaye û nanê wan çavřa diken û bivî terzî qisseyêd xezîne û defêneyan di kurdistanêdanê zav heyn û ekirada zêde bawerî bi bûna defêne û xezîneyan heyn û gelekan jî cizwî û kullî rast hatye, êdî ḧeqîqetê xudê dizanî..