ḧîkayeta sîh û pêncê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 4 minutes  833 views

neqil diken ku ji qezayêd buhtan di qeza berwarandanê gundek heye navî xesxîrNamed-Entity û ekserêd ehalyêd wê derê begzade û pis aẍane û jwan ranê jî tayfa ’adyan dibêjin, goya jwê tayfe mayne, jwan pis aẍan mirovek hebûye navî mîre beg, ew mîre beg jina wî berê dimrîtin. kuřek jwê jinê dimînîtin, navî dijwar, hefit salî, îcarê mîre beg diçîtin kiçekê ji ekiradêd buhtan jiboy xwe dixiwezîtin û tînîtin û mare diketin û muddeyekî digel yekûdû diborînin, sê çar salan liser vê diçtin, wesanê diqewmtin jiboy şolekê mîrebeg ji mîrê buhtan xewfê diketin û ji mala xwe diřevtin diçîte sitenbulê û muddeyekî li wê derê balzirurةArabic sakin dibtin, di malêda jina wî û kuřê wî dijwar dimînin, ewan milk û werz heyn digel wan mudara diken û dijwar jî dwanizde û sêzde salîye, lakîn meger vê jin babê wî ya kirmanc diberêdanê weqtê kiçîda nê ’elaqe digel yekî řewend hebûye û ḧez ji yekudû kirîne, ew mirovê řewend ku ’elaqe digel jin baba dijwarî heye carnan tête mala wan û diçtin, lakîn ẍîreta dijwarî qebul naketin, ji jin baba xwe dipiristin ku eve kî ye her tête êre û diçtin, paşî jin baba dijwarî dibêjîtin, ku eve birayê mine, lakîn dijwarê jar nizantin û ewan ekiradan ji berêdanê nas naketin ku biřastî ev mirove birayê wê jinê ye yanê ne, û berê bawerî diketin ku ev mirove birayê jin baba mine, mûdeyekî ew mirov carnan tête mala wan û bi şevan dimînî û diçîtin, řojekê dîsanê ew mirov tête mala wan, jin baba dijwarî dibêjîtin kuřu heře rezî jiboy xalê xwe tirî werîne, îcarê dijwar jî biderdikevtin ku biçîte řezî jiboy tirî, kuřekî cîranan dibêjîtin kuřudjiwar ew kî ye ku her daym tête mala we û diçîtin, dijwar dibêjîtin ku birayê jin baba mine, xalê mine, îcarê ew kuřê cîranî dibêje dijwarî ku xwelî liserê te bitin, ew ziřbabê teye û yarê da teye, weku ew kuřê cîranî evî xeberî dibêjte dijwarî, êdî dijwar wekî evê pirsê jwî kuřkî seḧ diketin, didete berî û dibezîte wî kuřê cîranî, îcarê ew kuřk dibêjîte dijwarî, ku birader jiboy çi sil dibî, îşeve tu li wan herdûkan bepî, îcarê ew çi mirove to dizanî, ev xebere li dijwarî qewî zêde ’artêtin, îcarê dijwar diçîtin û qederekê tirî ji řezî tînîtin û didete jin baba xwe û dibêje jin babê ku xencera babê min di sinduqdane bide min, îşeve ez dê biçme ber rezî, karwanek nêzukî řezî hatye êwrîne, neku îşeve ji řezî tirî bidzin, jin bab jî minê diketin ku dijwar biçtin û mal jiboy xalî bibtin, xencerê bidertîne û didete dijwarî, dibêje kuřo sêwî yu lê dan ji dest te têtin, xwelî liserê wan bitin ku tu wan bidey ber xenceran, îcarê dijwar dibêjîtin dayê eger xudê rast tîntin ez lê didem, subeyê to dibînî, îcarê dijwar xencerê dikete ber pişta xwe û ser êvarî diçte řezî û mîqdarekê li řezî disekne û paşî bixef weqtê řazanan tête ser kuleka malê û xwe divařoyê bidzî vedşêre û li eḧwalê jin babê û ewî mirovê ku yarî jinê difekirtin, dibîntin ku belê cihek bitnê li goşeyekî malê danîn û çiraẍ vemrandin û herdû řazan, weku dijwar evane bi vî terzî dibîntin, demek xwe digirtin û ji kuleka pakê peya dibte nêva malê, ku evne herdû jî řazayne, tête ber serêd wan, berê îbtîda xencerê li singê wî mirovî didetin û xencerekê jî fîlḧal bê mecal li jin babê didetin, xulase êdî qudreta wana libatê nabtin, xencerekê li wî yekê li dayê, bi vî terzî herdûkan jî temam diketin, îcarê gazî cîranan diketin ku werin eḧwalekî weha qewmîye, êdî ewan herdû cinazan defin diken û herkesek teḧsîn û aferînê jiboy dijwarî diketin, ḧetta ev şole biguhê mîrê buhtan ketî, viřêkirî dijwar birîye ḧizur xwe û xelat kirî, gote wî ku min babê te bexşîye te, jiboy vê ẍîret û cesareta te, mexsus mîrê buhtan mirov viřêkirî babê dijwarî ji sitenbulê înaye û herdû jî kirîne pîşekarêd xwe û herçî şuleka asê hebûya dijwar digel babê viřêdkirne wê şulê û pêkve tînan û eve qisseya ji dijwarî bişove mayî, bûye dastan di nêva buhtanîdanê..