ay rixt ruşin tir az ماە nimayan bir zicac

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 6 minutes  880 views
ay rixt ruşin tir az ماە nimayan bir zicacPersian
darwî sid zird ring kirdind atba’ z an ’ilacPersian
شاە û sułtan û geda bo bûseyî pat îḧtîyac
kenzî ’ettaran le bonî xakî ne’ilit girtî bac
bot be daẍe dił çû perwane le pay şem’ û sîrac
me’denî ełmas û duř, leb menbe’î awî ḧeyat
mecme’î şerim û ḧeya, mezher «likil alimxifyatArabic»
hem beşîr û hem nezîr, mizgênderî řêgey necat
baẍî řuxsarit wenewşe û sûsen û řeyḧan, nebat
bûn hemû subiḧ û mesa, ta ta be mewday mîşkî ’ac
ḧeq be nûrî toy munewwer kird û řoşin mah û xor
kirdî xarîc ’îşqî to ’aşiq le fîtne û şeř û şor
xakî ne’leynî to kuḧle bo bînayî çawî kor
nîm sizawar şîbhî seg azPersian girdî xwanit řîze xor
tamî’im ber astanit çîne kem mîslî decac
ber le kullî mexlûqatê nûrtî zahîr kird eḧed
xîlqetî kird her çî maşa «min ezil ḧitî ebidArabic»
boye adem bû be fexrul’enbya to bûy weled
kird «xelîl» sakîn le wadî «ẍîr zî zir’Arabic» semed
bo bînayî beytî ke’be sucdegay ehlî ḧecac
[îbtîday adem le to bû, to le adem bwî zihûr
mu’cîzet «şiq alqimirArabic» bû ’alemî «ma fî alisdurArabic»]
ḧubbî to «rib ernî» kut be «mûsa»y kêwî tûr
dwê şewê teşrîfî toy ḧeq kird tełeb çûye ḧuzûr
namî toy berferqî cumle enbyayan kirde tac
enbya qetrêk le nûrî řûy toy kird, îqtîbas
toy xedîwî tacî «lewlak» hem ḧebîbî cîn û nas
her kesê zeřřêk le şewqî toy nesîb bû, ḧeq şunas
ḧubbî to «dawud» le zenb û sehu û nîsyan kird xelas
weqtê basî kird legeł uryaye de’wayî nî’ac
şehsewarî ’eřşî mî’rac, seyîdî «xîr alurîArabic»
kirdî zyaret, wextî ne’ilit feřşî řûy «tiḧit alsirîArabic»
nûrî ferqit ’eřşî dagirt, kufir weser îslam geřa
cubre’îl mujdey dehêna bot lenêw ẍarî «ḧîřa»
dînî toy kird berḧeq û azPersian qaf heta qaf day řewac
ey mekanit ’eřşî e’la, qabeqewseyn menziłit
’alemî řoḧanîyan şeydayî řûyî çun gułit
qudsîyan dayîm senaxwan, keřřubîn çun bulbulit
sed çû lefzî «lî mi’ alilhArabic» sakînî gencî diłit
fexre bo ḧorî cînan kemtir kenîzit bin zîwac
dirPersian zec û kec, tanc û sec řojgarit birde ser
buwe mekanit ’eřşî e’la řu’yetułła der nezer
ayetî «la tiqirbiwa mal alîtîm» way da xeber
ye’nî kes ḧeddî nîye dercayî to bigrê meqer
wey behay bûsey nî’alit «ma fî milk alilةArabic» xerac
me’denî esrar û genc, derwêş û şahenşa leqeb
seyîdî dunya û dîn, pêẍemberî ’alî neseb
rahî fikir û xerqepoşî, nûr û zułmet řoj û şeb
’îlmî bê ustad lebot bû, hem etoş boy bûy sebeb
cem’î zî řuḧ xełq buwe azPersian qetreyî nutfey meşac
wek, «quřeyş»y qewmî mulḧîd behrî qetiłit swêndixiwar
buwe řefîqit yarî seddîq hemnişînî kuncî ẍar
«sanî esnîn ezhima fî alẍarArabic» boy bû aşkar
beyzî qumrî ba nesîcul’enkebût ma berqerar
çawî bedxiwahan le pêş wan bû be şîbhî leylî dac
yed wekû «beyzayî mûsa» mu’cîzatî řojgar
řût mîsalî ḧewzî kewser, kambexiş û kamgar
sewt enfasî mesîḧan, gyandîhî sed murdewar
her le ewweł ta be axir cumle ’uşşaqî hejar
ḧubbî to bû tîẍî tîj, neşter le qelbî wan ’îlac
cumleyî ’aşiq le ḧesřet řûyî to fanî û fena
to melaz û melce’î bo ’asyan pişt û pena
muznîban umêdewarin ya şefî’ «îşfi’ linaArabic»
ya řesûlełła eman weqtî ecel «mina denîArabic»
tamî’im bo goy şefa’et jêrî çewganit herac
ya «’izîm alxilq» be ’îşqî ew qedîmî bê nezîr
keftekarim şîbhî seg ber dergehit ’îsyan kesîr
çunke wa řojî ezel bo ’asîyan toy destigîr
ger be şefqet to nehênî carêkî ’ebdan webîr
pak debin ’erzî hedef bo zenb û ’îsyanan emac
xoş be ḧałî ew kesaney jêrî ne’ilit baxte ser
kewte qelbyan ḧubbî to azPersian kewn û makan bê xeber
nuş deken şerbet le ḧubbî to piřî xwênî ciger
guş huş az sut tu pir kird, ne aswat digir
xalî dil az siḧbit canan pir fisq û licac
şafî’î řojî ceza, hem seyîdî «xitim alirsil»
pêşî bałat ser û bîd û ’er’er û şimşad xecił
şermesarî xakî ne’ilit sunbul û řeyḧan û guł
her kesê tabî’ nebê bo emrî to ba can û dił
eklî wan zeqûm debê, şerbet ḧemîm, «ma’ ecacArabic»
way leber narî cehennem ew ceḧîmî piř şerer
’asyanî hewłnak azPersian řojî piř xof û xeter
şukirî mînnet ḧeq be toy kut eḧmedî xeyrulbeşer
ger nebûbay to şefî’elmuznîbîn ey namwer
muznîbat key debûn farîẍ le xewf û îxtilac
řojgarit çû be ẍefłet ’umrî xom pûç řabward
řojêkî řûnim nedî, pêşbarêkî çakem nenard
dîn û îmanim be dest nefis û heway dunya sipard
ez le min wa bû tewîle boye bêbakim dexward
nemdezanî ’umir kurte û bê dewam wek řengî zac
to be ’îşqî zatî pakî xalîqî cînin û perî
carêkî biřwane lay min, to ḧebîbî ekberî
hem emînî sîřřî ḧeq, hem sînekanî gewherî
pir amîdim gir çih kilbim gir biḧalim bingirîPersian
min esîrî nefis û şeytan û diłim wek řûy sac
çend emin fikirî ’ebes kem lem dinê pûç û ẍedar
dayîme meşẍûł be ’îsyan řoj û şew leyl û nehar
nabînim hîç kes wekû xom řûsyah û şermesar
nefis û dunya û hewa û îblîsî mel’ûn her çwar
tamî’in bo birdinî îmanî min çun gurgî ac
arê ey însan eger şêt nî leser erzî denî
kwa suleyman, kwa sikender, kwanê meḧmûdî ẍenî
ayn qidir puç û ’ibis laf tikbir mî‌zinîPersian
’aqîbet lejêr erizda laşeyekî bogenî
menziłî to jêr zemîne natdenê bac û xerac
«eḧmedî korPen name» bes to ’ebdî wî dinê ẍeddar be
xakî pakî astaney seyîdî muxtar be
řoj û şew piř nałe û giryan û şîn û zar be
ta demênî her le ser ew şerit û ew îqrar be
bełke yar bitdatê cur’êk şerbetî kewser mîzac