ḧîkayeta ḧeftê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 3 minutes  1007 views

qedîm dinêva tayfeyêd êzdyêd kurdistanê û qismê mela û feqehan dujminahî hebû, carekê mela miḧemedê qulpî, xurcekî biçûk kitêban li milan û şîr û metal li piştê, bitnê tê kubête bayezîdê ji boy xwendinê, tête deşta abqeyê kifarê kureyê, meger heşt swarêd êzdyan řê biř jiboy xirabyê dinêva kurê da diman, weku swaran ew mela miḧemed dîtin, hatne řya wî û ḧewş kir û girtin û şelandin û birne nêva kurê ku bikujin, xulase mela miḧemed birin û di kurêda dest û pê girêdan, paşî pîrekê êzdyan didete şîrî û tête ser mela miḧemed û dibêje wî, ku were ji dînê miḧemedyan biderkeve û bibe êzdî, yanê ne ez dê te bikujim, mela miḧemed dibêje astiẍfir alilhArabic, ev şule nabî, min dikujî bikuj, emrê xudêye, ez bikuştinê řazîme, îcarê pîrê êzdî dibêje mela miḧemedî, eger dînê te ḧeqe û řaste, bilanê miḧemedê webêtin û tej kuştinê xilas biketin, mela miḧemed dibêje, miḧemedê min nizanî ku ez divî ḧalî me, îcarê pîrê êzdî dibêje, ji boy te destûre, gazî miḧemedê xwe bike, bilanê bêt û te ji dest me biderîne û xilas bike, xulase ew pîrê êzdî goya li wechê îstîhza zorî li mela miḧemedî diketin, elbette tu dê sê caran bi deng gazî miḧemedê xwe bikey, paşî ez dê te bikujim, îcarê sê caran ew mela bi deng ji tirsa pîrî gazî dike, ke ya miḧemed, ya miḧemed, ya miḧemed meger bi qesan miḧemed navê mirovekê ḧeyderî digel deh swaran li wan nêzuka bi řya xweda diçûn, ewan swaran dengê gazyê bihîst biknarê korê rikêb diken û řast têne hişarê, ku heşt swarêd êzdî dwê kurêda peya bûne û mirovek girêdane, êzdî jî pê di ḧesin, belê çend swar evne ji nişkêve peyda bûn, dest bi revê diken, ew swarêd ḧeyderan digehin çar nefer êzdyan di cihda di kujin û çar jî deřvin xilas diken û dest û pê yêd mela miḧemedî vedken û pirsyar diken, ku eve çi eḧwale, îcarê mela miḧemed macerayê weku bûyî jiboy wan swaran neqil diket, paşî ew swar hespekî jî ji hespêd extirme didene melay û biřê diken tête bayezîdê û ev ḧîkayete dinêva xelqî da me’lûm bû.