dîm le xewda şad û xuřřem yarî min badey dewê

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 3 minutes  998 views
dîm le xewda şad û xuřřem yarî min badey dewê
des lenaw des, dem lenaw dem, wey le şadî ew şewê
dwêşewê ’eyş û nîşat bû, keyf û aheng û bîsat bû
bo kizey dił ew necat bû, nagehan řabûm lewê
wextê bîdar bûm ne kes bû, ten serasîmey hewes bû
řoḧ herasanî qefes bû, lał û keř kewtim lewê
lał û keř wek zul’iwîwban, keşfî ebsar û qulûban
bimdenê bê řûy ḧebîban, ḧaşelîlla namewê
namewê meqsûdî ḧasił, ger nebim bew yare wasił
konednya pûç û batił, ẍeyrî zatî pertewê
ẍeyrî şu’ley řûyî canan, pûçe karî dû cîhanan
ez dekem nałe û fuẍanan, řoj û şew şîbhî kewê
her wekû kew le kosaran, ez denałim le dûy yaran
bełkû carêkî le caran, dest wedestî yar kewê
dest bigate destî yarê, xoş bika dax û cixarê
dengî hatîf hate xwarê, bigre goşey pêşřewê
pêşewayî cînin û nasan, destigîrî ’am û xasan
min xelas ke zor be asan, ẍeyrî tom qet kes newê
ẍîr tu kis ma nidîdih, bir cimal ḧiq risîdihPersian
çind kilam az sir şinîdihPersian bo dû ’alem xusrewê
xusrewî xûbanî ’alem, zubdeyî ewladî adem
xakî pat şahan û ḧatem, dujminî xurd û xewê
ez leser ekil û şeřabim, ḧał nezan û mał xirabim
boye qet diłşad nabim, min se’atê bê ewê
bê ewê yarî benaze, saḧêbî ’eyş û nyaze
merheme bo zamî taze, damenî ger des kewê
damenî xerqey îta’et, seyîdî saḧêb şefa’et
min dekem pay to zyaret, xakî ne’lî tom dewê
xakî ne’lî espî taha, surmeye bo çawî e’ma
ax le mekirî kone dinya, kes be řaḧet naxewê
pîr û bedfî’il û xîsale, qeḧbeye piř ’umir û sałe
xoy nîşan dam yek cemałe, mat û ḧeyran bûm lewê
em cîhanî bed xera bê, takû têyday çake ça bê
dwênê kuř bûy emřo babê, sibḧey û dûş pîr lewê
dûsbey pîr û fitade, řê be menził kec nîhade
’umrî zay’, řenc bebade, bê sebeb pîrît dewê
her kesê duşmin lepał bê, ’umrî zay’, řenc betał bê
her debê zûy bo zewał bê, řoj û şew qet nesrewê
eḧmedî korPen name, ten le faq de, dił be ḧubbî yarî taq de
yek bixiwaze û yek tełaq de, nabne dostit dû hewê