ḧîkayeta pêncê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 6 minutes  1108 views

řîwayet diken, ku di weqtê «kurîwsif paşa» li walîtya erzeřomNamed-Entityê, ji mîrêd xinusê qedîm «miḧemed beg» hebû, ew bi der’anî û bi malve înaye nêva erzeřomê, û ji ta’îfa lezekyanNamed-Entity ji daẍistanê, «fîrarî welî paşa» hebûye, ew kirne mîrê xinusê, û çû sakin bû, lakîn dîsanê ji miḧemed begê ditirsa, ku welî paşa ’ezil biken û miḧemed beg bibte mîrê xinusê, rojekê welî paşa dibêje mirovêd xwe, ku herçî kesê jwe, bixef biçte erzeřomê û miḧemed begê bidzî bikuje û bêtin, ez dê hezar qirş û hespekî çî bidemê, dîsanê ji «lezekyan» mirovekê xweyî cur’et, navî behram hebûye, ku bidest û pê û qed û qamet, ewî behramî der’ehdî kirîye, ku ez dê biçim û miḧemed begê bixef bikujim û bêm, îcarê behram tidareka xwe dînî, hatye nêva erzeromê û hespê xwe li xanekê girêday û bixiwe çû menzila miḧemed begê dîtye û cessandîye û řojekê dûyan li erzeřomê mayî, řya mala miḧemed begê wichê řazana wî û cihê çûna xweya nêva malê, evne qenc hurî bûye, ew miḧemed beg jî diqutaẍeka meznida sakin dibûye, ku ala mêran cuda û ḧeremxane cuda bûye, û miḧemed beg bixiwe jî, neh, deh ẍulam û etba’ bûye û, û miḧemed beg jî di ḧeremêda jin û xuheka bakîre hebûye, di ḧeremêda êdî bi ẍeyr jivan, kes tune bûne, û çekêd miḧemed begê yêd ḧerbî jî li dîwan xaneyê da bi darda bûnew, udeya ḧeremê çek û sîlaḧ tunne bûnew, dû ode hebûne dinêv yeku dû da, li oda hundur miḧemed beg digel xanma xwe řadzên û li odeya biderve xuha bakîre bi tinê řadza, êvarî behram çek û sîlaḧêd xwe girê dide û tifeka xwe jî cût gulle tijî, texmîna cihê çûna malê kirîye, nîva şevê tête serbanî, ku bê deng û ḧis tu nîne, ḧemu řazane, îcarê behram tivenga xwe be raberî bejna xwe digre û xwe li kulka ’eyş xaneyê hêdî bijêrda berdide û liser payan dikeve nêva ’eyşixaneyê, lakîn weku pêjna ketin û deng têtin, meger xuha miḧemed begî bi pêjnê hişyar dibe, dikeve şubih beryê, vihin dike ku belku kitke, guhdarî dike, seha nefesa mirovan dike, ji xew řadbî û tête odeya miḧemed begê û derê odeyê ji hundurda da dide û miḧemed begê hişyar dike ku eḧwal eve, diz hat, behram jî rast tête derê odeyê, tiveng ḧazir didestîda, ger çi miḧemed beg û jin ra dibin lakîn çek û sîlaḧ û aleteka ḧerbî li nik wan tunne û behram jî tiveng di destida liber derê odeyê westaye miḧemed beg dibêje çare nîne, ez dê derê odeyê vekem bilanê diz bête hundur, kanê em çewanê dikeyn, her çend jin û xuh lawahî diken, ku eman derî veneke, te çek tu nîne, paşî te telef diken, miḧemed beg dibêje ku nabî, şermeke mezne ez bidzî biḧesim û derî venekem, îcarê miḧemed beg dibêje jin û xuha xwe ku hûn ji dûrve bwesgin, ez derî vekem, kanê çewanê dibe, miḧemed beg derî ji nişkêve vedke lakîn xwe biderîve dilezqîne û dide pişta derî, weku behram dibîne derî vebû, bîla muhlet devê tivengê didenîva derî û agir dike, gulle vala diçe, behram îcarê dide qemey jiderê udê tête hundur, weku behram tête hundur û miḧemed beg li pişta derî bûye, pişta behram bibal miḧemed begî ve dikeve, êdê miḧemed beg ji tirsa xwe ji şuve, biherdû destan ji ser milêd behram muḧkem ḧemêz dikew, herdû destêd xwe liser singê behram kilît dike, ku êdî herdû destêd behram řanabin û me’til dibin, lakîn qeme didest dane, dinêva derê odeyê dibe ciřrenîxa miḧemed begê û behram, lakîn dinêv derî dane, jin û xuha miḧemed begê jî di xwezin ku hewarê bider vebben, lakîn rê tunne, behram qeme didestidane, lakîn zebit bûye naxebtî, cizwê qemey bi êreda wêda dihejîne û carnan serkê qemey li řû û estuyê miḧemed begê di kevin, lakîn cizwê xun dike, miḧemed beg ḧis dike, ku ev mirove qewî û zêde bi quwete kurbize, eger ez berdem eve min dikujî, ji tirsan destêd xwe muḧkem dike, mîqdarê pênc şeş deqîqan bivî terzî keşmekeşa wan dibe, miḧemed beg difkire ku êdî ew mirove bi kî kinarî diçît, miḧemed begî digel xwe řadkişîne û dibe, miḧemed beg taqeta zebta wî nîne û serê behram jî kum jê çûy û tazî bûye, îcarê behram xwe ji dest miḧemed begî řadkêşît bi semtê derve herdû têne ber şimîka derî û serê behram nêzukî berê şimîkê tîj dibe, miḧemed beg qewet dike û bi zerb serê behram ji pişve enya wî li wî berê derî didet û serî ji pişve zav dikelşe û xûn biser û çavêd behram da têtin, eger çi jin û xuha miḧemed begê jî di odêda dikene hewar û gazî, lakîn nîva şevê burîye, kes hişyar nînin, miḧemed beg difekire ku xûnê seruçavêd behramî biçafit û ew jî êdî weku berê nemayî, sist bûy û qeme ji destan ket, êdî miḧemed beg behramî ber dide û yekî din û yekî din, xulase êdî behram mecala lipatê nebûy, xûnê jî çav girtîne û birînêd serî jî zavin û gelek xûn jê çûye, êdî jin xeberî dibe ji boy ẍulaman, ew jî tên lakîn miḧemed begê jî ḧal nemaye ji çend cihekan biberwe çikê qeme hindek birîndar bûye, îcarê ewî behramî didene xeber dan, ku tu çi kesekî û tu dizî û çî, řast bi bêje, îcarê behram eḧwala xwe û hatin hurî kirna welî paşa ji boy wan dibêje, êdî ẍulam emanê nadene wî, behram liber xenceran temam diken û leşê wî bidertînne ber derî, û subeyê ev eḧwale me’lûmî xelqî dibî û leşê behram diben defin diken, eve neqla jwan bişuvemay, bûye dastan..