diłbera pey řûy fîraqit dił denałê çun řubab

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 2 minutes  1596 views
diłbera pey řûy fîraqit dił denałê çun řubab
bo dû ebroy mîslî taqit bendî cergim bû kebab
bû be biryan twêy derûnim, çaw piř esrîn dił zebûnim
meḧbûba wa bot cinûnim, lêm ḧerame xurd û xab
xab û xorakim girîne, řeḧmeten lî’alemîne
řeḧmê ke be minî ḧezîne, ba kota bê em ’ezab
ba kota bê dax û derdim, nałenał û ahî serdim
bê’ecel wa bo to mirdim, pêm bide camê şerab
pêm keřem ke cur’eyî mey, lew meyey mirdû deka ḧey
to be ḧeqqî saḧebî mey, ba le beyn laçê ḧîcab
ba le beyn laçê ḧîcabe, meḧbûbe řojî xîtabe
wa dekem ez xom ḧîsabe, kemtirînim azPersian kîlab
kemtirînim azPersian seganit, azPersian seganî pasebanit
canî min qurbanî canit, gułřuxî řû aftab
aftabî şewqî ’alem, serwerî azPersian neslî adem
bo řusûl to bûy be xatem, ey şehî ’alîcenab
ey şehî «lewlake lewlak» to le nûrî, adem azPersian xak
cumleyî şêx û welî pak, bûn le sayet feyzyab
bûn le sayet ez bequrban, meḧremî esrarî subḧan
qelbî ’asîm bû be biryan, lem sereřêy mał xerab
mał xerab û dił nexoşim, ’aşiqî bêhoş û goşim
xwênî cergî xom denoşim, kûre asa dił betab
kûre asa dił betawim, let lete cerg û henawim
wa be ’îşqî to sûtawim, kewtime ḧałî îztîrab
ḧałperîşan, derdedarim, xesteten dił piřẍubarim
hênde min bê’îxtyarim, nayete ḧedid û ḧîsab
ey şehî řebbî celîle, eḧmedî korPen namey zelîle
damenî girtûy dexîle, neyxeye sextî û ’îtab
eḧmedî korPen namey hejare, çaweřêy lutfêkî yare
ta biłêy bê’îxtyare, nayete ḧedid û ḧîsab