tasey nameyek

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  538 views
aro! aro!
herke name besozeket
wekû kotrêkî małî
beser deşt û der û kêwa
beser hewraz û nişêwa
fiřî û day le şeqqey bałî
řêgayekî dûrî pêwa
be gyanî wek firîştewe
her hat û hat
be gimegim
lay hêlaneke nîştewe
êmey tînû bo hewałê
wek xak û xołî şarezûr
leber qirçe qirçî xora
bo gewałe hewrêkî dûr
bo şineye, bo şemałê
bo baranê
bo geşey carî caranê
bizey lêwî beharanê
aro! aro!
bo ême, êmey tamezro
nameket ew barane bû
geşey carî carane bû
bizey ew beharane bû
***
lêm epirsî
bê dengîy to em tirsênê
bom enûsî
gêjełûkey sextî dûrî
em hejênê
le bê dengîm hîç metirse
sersextî min řojî mawe
xot emnasî
gerçî pîrî têm aławe
wizem germe, wirem lawe
toş aro gyan!
wekû kakey awareman
le asogey aramewe
gêjełûke řabmałe
ew gewherey min eynasim
gerçî bo deryay ẍerîbî
bê ezmûn û kirç û kałe
wek sał, wek temen minałe
pêwaney temen jîrî bê
- beser diřk û dałî xemî -
dûrî û dabřana załe
wekû kako
wek hezaran cigergoşey
wiłatî befir û nêgis û
newrozî piř le gułałe
aro! aro!
haka zanît le tawana
legeł giřî cigermana
êmeş daman le şeqqey bał
berew dinyay xewn û xeyał
berew hêlanekey «sana»