bo jêwar

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  503 views
ke jêwar bû,
kotayî werzî behar bû
wekû beçke çolekeyek
be cûke û giřugałewe
be şiney bay şemałewe
wêłî baxçey serçinar bû
***
wek masîye biçkoleyek
lem golewe, lew golewe
bedem haje û şepolewe
fêre meley naw řûbar bû
***
ke jêwar bû
le baxçekey pît û feřa
«noberey şîrînî dar» bû
le newbeharî taseda
gułêkî serilq dyar bû
le hêlaney germîy naza
korpeleyêkî nazdar bû
***
ke jêwar bû
tenyayî pê řewayewe
hêlaney pê kirayewe
zor kanyawî wişk û tînûy
henawî pê jyayewe
çen dił û çawî şeketî
be bize pê ḧesayewe
minîş, wek baxewanekan
hest û nestim bew nemame
çawe řûnî bo mayewe
baxçey sozî xoşewîstîm
beheştî minał peristîm
wekû nêrgis, wekû naz naz
pełe pełe geşayewe