eḧey kiřnu pyawêkî qise nesteq û kirdewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  781 views

«eḧey kiřnu» pyawêkî qise nesteq û kirdewe nesteq bû le silêmanî. şewêkî zistan mîwanî ebê û ekewne direng. kitupiř lew şeweda diz dête ser małekey û le piştewe dîwareke ekennewe, emanîş hestî pê eken. eḧe ełê: hîç deng meken û çira bikujênnewe û xotan biken be nûstû.

dizeş lew lawe dîwar kun eka û dête jûrewe, seyr eka hîç hestêk nye û xêzan hemû nûstûn. dêt ekewête lay jûrûy jûreke. xêra lew kate da eḧe xoy pelamar eda ber kunekey lê egrê û ełê: çirake hełken. çira heł’eken û diz egirin. ke diz egirin eḧe ḧukmî lê eka ełê: ebê dest bikey be hełpeřkê. dize herçend hawar eka kełkî nabê, ta kun le řoj ebêtewe dize ekewête sûřdan û hełpeřkê wekû meymûn. ke řoj ebêtewe berełay eka û eřwa.